Gerry Pederson gihaşt Şamê

Nûnerê navnetewî yê nû Gerry Pederson piştî ku doh çûbû paytexa Lubnanê Beyrûtê, îro jî çû paytexa Sûriyê, Şamê.

Gerry Pederson gihaşt Şamê
15 ÇILE, 2019   11:20

NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnerê Navnetewî yê nû Gerry Pederson piştî ku dest bi erka xwe kir, çû paytexta Sûriyê Şamê. Ev cara yekeme ku Pederson diçe Şamê.

Rojnameya Daily Starco li ser zimanê çavkaniyekê diyar kir ku balafira siyasetmendarê Nerwecê şevê din çûbû balafirgeha Beyrûtê.

Ajansa Nofosty ya Rûsyayê di demeke berê de li ser zimanê çavkaniyekî diyar kiribû ku dê Pederson roja Sêşemê biçe Şamê û bi berpirsên Sûriyê re hevdîtinê pêk bîne. 

Gerry Pederson 7`ê Çileyê dest bi erka xwe ya nû kir û ev cara yekemîne ku serdana Şamê dike.

(bx/bm)