‘Bi yekdestî li dijî dagirkeriya Tirkiyê’

Şêniyên Minbicê bi dirûşmeya "Bi yekdestî li dijî dagirkeriya Tirkiyê" daketin qadan.

‘Bi yekdestî li dijî dagirkeriya Tirkiyê’
‘Bi yekdestî li dijî dagirkeriya Tirkiyê’
‘Bi yekdestî li dijî dagirkeriya Tirkiyê’
‘Bi yekdestî li dijî dagirkeriya Tirkiyê’
15 ÇILE, 2019   11:49

MINBIC

Îro Partiya Pêşerojê ya Sûriyê bi dirûşmeya "Bi yekdestî li dijî dagirkeriya Tirkiyê" meşek li herêma Firatê û Minbicê li dar xist.

Bi sedan endamên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ji hemû herêmên Firatê û şêniyên bajarê Minbicê li pêşiya Nexweşxaneya Firat a bajarê Minbicê kom bûn. Girseyê bi pankarên "Ciwan li dijî dagirkeriya Tirkiyê li ser pêyan in”, “Bi îradeya jinên ciwan em ê dagirkeriyê têk bibin” û “Bi yekdestî em ê li djiî dagirkeriya Tirkiyê bisekinin" û alên partiyê û yên Meclisa Jinan Minbicê hildan.

Meşvanan bang kir ku li dijî gefên Tirkiyê yekitiya xwe ava bikin. Meş berdewam e.

ANHA