Li Tebqayê serdanên konê çalakiyê didomin

Şandeyek ji Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê li gel gelek şêniyan serdana konê çalakiyê kir ku Rêveberiya Jinan û Yekitiya Jinan a Tebqayê li dar xistiye.

Li Tebqayê serdanên konê çalakiyê didomin
Li Tebqayê serdanên konê çalakiyê didomin
Li Tebqayê serdanên konê çalakiyê didomin
Li Tebqayê serdanên konê çalakiyê didomin
Li Tebqayê serdanên konê çalakiyê didomin
14 ÇILE, 2019   13:31

TEBQA

Rêveberiya Jinan bi hevkariya Yekitiya Jinên Ciwan ji bo şermezarkirina gefên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, konê çalakiyê veda. Şandeyek ji Rêveberiya Sivîl a Demokratîk di nav de hevseroka Meclisa Zagonsaz a Tebqayê Rewşen Hemî, hevserokên komîteyên Rêveberiya Sivîl û gelek endamên wê û şêniyên bajêr serdana konê çalakiyê kir.

Di serdanê de belgefîlmek li ser zehmetiya ku jinan di bin dagirkeriya DAIŞ’ê de kişandiye, hate nîşandan.

Tê payîn ku çalakî 3 rojan dewam bike û  jinên herêma Tebqayê beşdar bibin. Dê şande serdana konê li qada El-Mirabê jî bike.

ANHA