Li Reqayê ji bo mamosteyan dewreya pisporiyê

Komîteya Fêrkirin û Perwerdeyê bi hevkariya Rêxistina Încaz dewreyeke perwerdeyê ji bo mamosteyan vekir da ku pisporiyên xwe bi pêş ve bibin.

Li Reqayê ji bo mamosteyan dewreya pisporiyê
Li Reqayê ji bo mamosteyan dewreya pisporiyê
Li Reqayê ji bo mamosteyan dewreya pisporiyê
14 ÇILE, 2019   13:28

REQA

Piştî bidawîkirina ezmûnên werza yekemîn ên dibistanan, ji bo xurtkirina pisporiyê  der barê pedagojiyê de, Komîteya Fêrkirin û Perwerdeyê ya Meclisa Sivîl a Reqayê bi alîkariya Rêxistina Încaz ji bo mamosteyên Reqa û gundewarên wê dewreyeke perwerdeyê vekir.

Dewreya perwerdeyê ya ku ji hemû beşên pisporiya xwendinê re hat amedekirin, bi tevlêbûna 130 mamosteyan dest pê kir. Dê dewre di çavdêriya mamosteyên pispor de 10 rojan bidome.

Hevserokê Komîteya Fêrkirin û Perwerdeyê ya Reqayê Fehed El-Xelef der barê mijarê de axivî û wiha got: “Piştî bidawîkirina ezmûnan dest bi birêxistinkirina bernameya xweperwerdekirina mamosteyên gundên rojavayê Reqayê kir. Her wiha armanc jê peydakirina pisporî û zanabûnê ye."

Fehed di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ji bo vê projeyê, wan bi Rêxistina Încaz re hevkarî kir, ev proje gaveke sûdewar e û baş e ji bo pêşdeçûna asta perwerdeyê.

ANHA