Çalakiya konvedanê ya Minbicê bi dawî bû

Çalakiya kon ku li bajarê Minbicê li xeta El-Heyê ya rojhilatê bajêr 3 rojan dewam kir, bi dawî bû.

Çalakiya konvedanê ya Minbicê bi dawî bû
Çalakiya konvedanê ya Minbicê bi dawî bû
Çalakiya konvedanê ya Minbicê bi dawî bû
Çalakiya konvedanê ya Minbicê bi dawî bû
Çalakiya konvedanê ya Minbicê bi dawî bû
Çalakiya konvedanê ya Minbicê bi dawî bû
Çalakiya konvedanê ya Minbicê bi dawî bû
14 ÇILE, 2019   13:38

MINBIC

Çalakiya kon a gundewarên bajarê Minbicê ku 3 rojan dewam kir, bi dawî bû. Konê çalakiyê îro li gundê El-Hidhid li xeta El-Heyê ya rojhilatê Minbicê hate vedan. Di konê çalakiyê de bi sedan şêniyên gundên derdorê, endamên sazî û komîteyên girêdayî Rêveberiya Sivîl a Demokratîk beşdar bûn.

Çalakiyê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, paşê gelek axaftin hatin kirin. Hevserokê Meclisa El-Heyê Ebdilasid El-Şiyûxî axivî û gefên Tirkiyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.

El-Şiyûxî destnîşan kir ku bi saya xwîna şehîdan ev ax hate rizgarkirin û wiha pê de çû: “Me şerê terorê kir, îro dagirkeriya Tirkiyê dibêje hûn teror in, em van gefan qebûl nakin û em ê heta serkeftinê li ber xwe bidin.”

Paşê fermandarê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Seîd El-Qibê axivî û wiha got: "Ev ax bi saya xwîna şehîdan hate rizgarkirin, dê ev xwîna ku parastina yekbûna ax û gel kir, vala neçe."

El-Qibê soz da gel û şehîdan ku ew ê parastina yekbûna xakê bikin û wiha got: "Em nahêlin tu hêzên leşkerî bikevin herêmên me."

Her wiha di çalakiyê de bi navê xet û meclisan endama rêveberiyê Fatima Beko jî axivî û diyar kir ku ew li wir dicivin ku gefên Erdogan pûç bikin û bi bîr xist ku Erdogan bi hinceta şerê li dijî terorê û parastina ewlehiya xwe ya neteweyî gefên êrîşkirinê li herêmên Bakur û Rojhilat Sûriyê dixwe.

Fatima daxuyaniyên Erdogan şermezar kirin û wiha got: "Ne me destwerdana karê Sûriyê kir û ne me kampên perwerdeyê ji komên îslama tundraw re vekir."

Çalakiya kon bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana gel bi dawî bû.

(jo/bm)

ANHA