Şehîd Xebat li ser gora xwe hate bibîranîn

Bi hezaran şêniyên Dêrik û Girkê Legê şehîd fermandar Xebat Dêrik di 8’emîn salvegera şehadeta wî de û 147 şehîdên ku di dem û cihên cuda de şehîd bûne li Goristana Şehîd Xebat Dêrik bi bîr anîn.

Şehîd Xebat li ser gora xwe hate bibîranîn
Şehîd Xebat li ser gora xwe hate bibîranîn
Şehîd Xebat li ser gora xwe hate bibîranîn
Şehîd Xebat li ser gora xwe hate bibîranîn
Şehîd Xebat li ser gora xwe hate bibîranîn
Şehîd Xebat li ser gora xwe hate bibîranîn
14 ÇILE, 2019   13:16

QAMIŞLO

Bi hezaran şêniyên herêma Dêrikê, Girkê Legê, şandeyên ji Rêveberiya Xweser û şervanên YPJ/YPG`ê berê xwe da Goristana Şehîd Xebat Dêrik û fermandar Xebat Dêrik û 147 şehîdên ku di mehên Mijdar, Kanûn û Çileyê de li cihên cuda şehîd bûne, bi bîr anîn.

Merasîma bibîranînê bi toreneke leşkerî ji aliyê şervanên YPG`ê ve dest pê kir. Di merasimê de berdevkê fermî yê YPG`ê Nûrî Mehmûd axivî. Nûrî Mehmûd berxwedan û têkoşîna şehîd Xebat bi bîr xist û got şehîd Xebat ji aliyê kesên xayîn ên ku azadiya gelan red dikin ve hat şehîdkirin.

Mehmûd diyar kir ku rola şehîd Xebat di derxistina cewherê şoreşê de sereke bû û wiha pê de çû: “Hemû destkefiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi saya têkoşîna şehîdên ku ji bo azadiya gel û civaka xwe canê xwe feda kir, hatine bidestxistin.”

Nûrî Mehmûd gefên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û wiha axivî: “Bi saya têkoşîna şehîdan hemû herêm ji çeteyên DAIŞ`ê hatin rizgarkirin. Îro jî dewleta Tirk îdia dike ku ew ê wan herêman ji kesên ku ew parastin û şêniyên wan ji zilmê rizgar kirin, rizgar bikin.”

Her wiha di merasîma bîranînê de bi navê malbata şehîd Xebat biraziyê wî Şivan Mihemed axivî û hemû şehîdên tevgera azadiyê bi bîr anîn.

Mihemed di axaftina xwe de soz da hemû gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku ew ê heta pêkanîna armancên şehîdan, şopdarên rêya wan bin û teqez kir ku ew ê li dijî faşîzma Tirkiyê asta têkoşîn û berxwedanê bilind bikin.

Bi navê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Seîd Sîpan axivî û diyar kir ku şehîd ronahiya pêşeroja nifşan in û wiha got: “Divê her kes heta serkeftinê şopdarê rêya wan be û li dijî dagirkerên ku dixwazin aramiya herêmê xirab bikin, bisekinin. Di hizûra şehîdan de gotin têrê nakin, ji ber ku wan ji bo parastina destkeftiyên şoreşê her tiştê giranbuha kirin qurban.”

Malbata şehîd Xebat wêneyeke wî diyarî şervanên YPG’ê kir.

Piştre şênî û şandeya Rêveberiya Xweser di nav dirûşmeyên “Şehîd namirin” de gul li ser gora şehîd Xebat danîn.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku şehîd Xebat Dêrik ji damezirînerên Yekîneyên Paratina Civakê ye û ji damezirînerên destpêkê yê YPG`ê ye.

(bx/bm)

ANHA