Qiralê Urdunê gihaşt Iraqê

Qiralê Urdunê Ebdillah bîn Huseyin gihaşt paytexa Iraqê Bexdayê. Serdana qiral ji bo lêgerîna têkiliyên hevpar ên di navbera her du welatan de pêk tê.

Qiralê Urdunê gihaşt Iraqê
14 ÇILE, 2019   12:29

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Spûtnîkê, çavkaniyekî diyar kiriye ku qiralê Urdunê Ebdillah bîn Huseyin îro gihaşt Bexdayê. Hat diyarkirin ku armanca serdanê ew e ku têkiliyên aborî, siyasî û ewlekarî di navbera her du welatan de bi hêz bikin.