El-Partî tifaqa 8 partiyên kurdî pîroz kir

El-Partî Demokratî Kurdistanî - Sûriyê biryara yekbûna partiyên Kurd ku li bakurê Kurdistanê ji bo hilbijartinên şaredariyan, wek gaveke dîrokî nirxand û wiha got: “Di vê merheleya hesas de ev yek ji daxwazên girîng ên gelê Kurd e."

El-Partî tifaqa 8 partiyên kurdî pîroz kir
14 ÇILE, 2019   11:38

NAVENDA NÛÇEYAN

Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 31’ê Adara 2019’an de dê hilbijartinên şaredariyan pêk bên. Ji bo mîsogerkirina destkeftiyên gelê Kurd û gelên bi wan re li bakurê Kurdistanê dijîn, 8 partiyên Kurd biryar da ku yekbûna refên xwe çêkin ku di hilbijartinên şaredariyan de bi ser bikevin.

Piştî vê biryarê, li kolanan geşbînî belav bû û dan xuyakirin ku ev gaveke girîng e ji bo yekbûna gelê Kurd.

El-Partî piştgiriya xwe ji bo biryara yekgirtina 8 partiyên Kurd a ji bo hilbijartinên li Tirkiye û bakurê Kurdistanê nîşan da.

Der barê mijarê de Partiya El-Partî Demokratî Kurdistan - Sûriyê daxuyaniyek ji raya giştî re parve kir û ji hemû gelê bakurê Kurdistanê xwest ku beşdarbûneke xurt bikin û berpirsyariyeke dîrokî bidin ser milê xwe.

Daxuyanî wiha ye:

"Der barê hilbijartinên şaredariyan de ku dê di demeke nêz de li bakurê Kurdistanê pêk werin, divê em di hilbijartinên bê de bi erka xwe rabin. Girîngiyeke hilbijartinê li ser gelê Kurd û hemû pêkhateyên bi wan re dijîn, heye. Divê aliyên Kurd roleke mezin bilîzin û girîngiyê bidin yekbûna mala kurdî.

Em wek Partiya El-Partî Demokratî Kurdistan - Sûriyê ji erka neteweyî û exlaqî dibînin ku pir girîng e em piştgiriya xwe bi biryara dîrokî ya 8 partiyên Kurd ên yekitî ava kirine re nîşan bidin. Ev biryar daxwaza kolana kurdî ye. Em bang li tevahî gelê xwe yê bakurê Kurdistanê dikin ku bi hêz tev li hilbijartinê bibin. Ji ber ku em di pêvajoyeke hesas re derbas dibin. Divê gelê me berpirsyariya dîrokî ya dikeve ser milê xwe pêk bîne. Divê gelê me piştgiriya vê lîsteya dîrokî bike, ji ber ku ev lîste parastina destkeftî û pêşeroja hemû şêniyên bakurê Kurdistanê ye.”

(jo/bm)

ANHA