Jinên Tebqayê li dijî gefan konê çalakiyê veda

Rêveberiya Jinan bi hevkariya Yekitiya Jinên Ciwan a Tebqayê bi armanca şermezarkirina gefên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, konê çalakiyê veda.

Jinên Tebqayê li dijî gefan konê çalakiyê veda
Jinên Tebqayê li dijî gefan konê çalakiyê veda
Jinên Tebqayê li dijî gefan konê çalakiyê veda
14 ÇILE, 2019   11:27

TEBQA

Rêveberiya Jinan bi hevkariya Yekitiya Jinên Ciwan a Tebqayê bi armanca şermezarkirina gefên dewleta Tirk li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê konê çalakiyê veda. Konê çalakiyê li qada El-Mirab a Tebqayê hat vedan. Çalakî dê 3 rojan dewam bike.

Bi dehan jinên herêma Tebqayê tev li çalakiyê bûn. Di bin kon de ala QSD`ê, ala Yekitiya Jinên Ciwan û Meclisa Jinên Sûriyê hatin hildan.

Çalakiyê bi daxuyaniyekê dest pê kir. Daxuyanî ji aliyê yek ji rêveberên jin Nesret Ebake ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku bila Erdogan û kesên ku alîkariya wî dikin baş guhdar bikin ku tu kes nikare li pêşiya rastiyan bisekine. Her wiha gotin ew ê çalakiyên xwe heta dawiyê berdewam bikin.

Di dawiyê de soza tolhildanê ji bo şêniyên Efrînê hate dayîn ku azadiya wan ji wan hate standin û niha cih û warên wan hatine dagirkirin.

(bx)

ANHA