HPG’ê li Îdirê 12 leşkerên Tirk kuştin

Hate ragihandin, HPG’ê li Îdirê di çalakiyek li dijî yekîneyek veşartî ya leşkerên dewleta Tirk a dagirker 12 leşker kuştin .

HPG’ê li Îdirê 12 leşkerên Tirk kuştin
14 ÇILE, 2019   11:52

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê beriya niha dabû xuyakirin ku li bajarê Bakurê Kurdistanê Îdirê di  4'ê Çileyê saet 2'an de çalakî hatiye lidarxistin û herî kêm 5 leşker hatine kuştin.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatin girtin, di çalakiyê de ku li dijî yekîneya veşartî ya li dora qereqola Axurê derketibû operasyonê, 12 leşker mirine.

Hate ragihandin, cenazeyên leşkeran bi helîkopteran rakirine nexweşxaneyên li herêmê.