Li Reqayê projeya dirûnkariyê dest pê dike

Buroya Jinan a Meclisa Sivîl a Reqayê, bi alîkariya Meclisa Sivîl a Reqayê ji bo alîkariya xurtkirina aboriya jinan projeyên nû bi pêş dixe.

Li Reqayê projeya dirûnkariyê dest pê dike
14 ÇILE, 2019   11:17

REQA

Komîteya Jinan a Meclisa Sivîl a Reqayê hin projeyên ji bo xurtkirina aboriya jinan xistin nava planên xwe.

Ji van projeyan, projeya Mala Mûnê û werşeya dirûnkariyê li taxa El-Meşleb in. Her wiha komîteyê dest bi amadekariya werşeyê kir û dûre dê komîteyên pêşbirkên jinan ji bo xebitîna li werşeyê bi rêxistin bike.

Der barê mijarê de rêvebera Komîteya Jinan a Meclisa Sivîl a Reqayê Feyroz El-Xelîl diyar kir ku projeya werşeya dirûnkariyê di pêşdetirîn planên wan de bû, lewre xebat li ser werşeyê tên meşandin.

Feyroz wiha got: "Dê pêşbirka jinan ji bo xebitîna li werşeyê pêk bê. Dê werşe ji bo xurtkirina aboriya jinan û li ser qezenckirina keda xwe bixebite.”

ANHA