Koçberên ji Babê: Tirkiye li ku be, kuştin û talankirin lê heye

Hozan Mihemed û malbata wî ku ji ber dagirkeriya Tirkiyê koçber bûne, bersiva îdiayên Erdogan da û wiha got: “Ew dibêje ez ê axa Sûriyê rizgar bikim û koçberan vegerînim warê wan. Lê herêmên ku di bin serweriya Tirkiyê de bûne qadên şer û cihê talankirinê.”

Koçberên ji Babê: Tirkiye li ku be, kuştin û talankirin lê heye
Koçberên ji Babê: Tirkiye li ku be, kuştin û talankirin lê heye
Koçberên ji Babê: Tirkiye li ku be, kuştin û talankirin lê heye
14 ÇILE, 2019   07:32

 SELWA EBDULREHMAN - ŞÎLAN MIHEMED / MINBIC

Hozan Mihemed û malbata wî ji gundên bajarê Babê ye ku ji hêla artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê (Mertalê Firatê) ve hatiye dagirkirin. Hozan Mihemed (50) bavê 8 zarokan e. Piştî ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê derbasî gundê wî dibin, ew tevî malbata xwe ji gund derdikeve û ji bo ewlehî û aramiyê gelek caran koçber dibe. 

Hozan Mihemed tevî malbata xwe destpêkê ji Babê ku piştî dewleta Tirk dagir kir, derbasî Efrînê dibin. Piştî ku dewleta dagirker Efrîn jî dagir kir û komkujî pêk anî, vê carê jî Mihemed tevî malbata xwe berê xwe dan kantona Şehbayê. Apê Hozan li gelek herêmên Şehbayê digere, heta ku digihîje bajarê Minbicê û li taxa El-Sirb a bakurê bajêr bi cih dibe.

Hozan Mihemed îdiayên serokkomarê dewleta Tirk a dagirker Recep Tayyîp Erdogan ku dibêje “Ez dixwazim axa Sûriyê rizgar bikim û koçberan vegerînim warê wan” derew derxistin û wiha got: “Herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê de ne ewle ne. Ew herêm bûne qada şer. Çeteyên Tirk wek cinawirên bêwijdan in. Gelo dê çi bi serê koçberan de were? Gelo em ê careke din koçber bibin û xaka xwe ji Tirkiyê û çeteyên wê re bihêlin?”

Hozan Mihemed der barê qetilkirin, talankirin û revandinên ku çeteyên dewleta Tirk li herêmên dagirkirî dikin de wiha got: “Ev binpêkirinên çeteyan zêde dibin û hemû cureyên zilmê li hember sivîlan bi kar tînin.”

Mihemed destnîşan kir ku ew qebûl nakin ku Tirkiye herêmên din ên Sûriyê dagir bike. Her wiha tekez kir ku ew ê vê carê li hember dagirkeriyê li ber xwe bidin û dê nehêlin desthilatdariya Osmanî ji nû ve vegere.

Hevjîna Mihemed, Hemîde Ebdo jî rêwîtiya koçberiyê wiha vegot: "Rêwîtiya me gelekî dijwar û tehl bû. Gelek pirsgirêk û astengî rastî me hatin."

Hemîde dibêje beriya Tirk û çeteyên wan derbasî gundê wan bibin, ew li malên xwe di nava ewlehî û aramiyê de bûn û di nav zeviyên xwe de dixebitîn. Hemîde di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Tirkiyê Cerablus, Bab, Ezaz û Efrîn dagir kirine, em nahêlin cihekî din dagir bike.”

(şx/bm)

ANHA