Parêzer El-Ehmed: Tirkiye hevpeymanên NY’yê bin pê dike

Parêzer Hesen El-Ehmed anî ziman ku li gorî hevpeyman û qanûnên navdewletî ne ji mafê tu dewletê ye sînorên dewleteke din binpê bike. El-Ehmed teqez kir ku dewleta Tirk hevpeymanên Neteweyên Yekbûyî binpê dike.

Parêzer El-Ehmed: Tirkiye hevpeymanên NY’yê bin pê dike
14 ÇILE, 2019   06:51

ŞÎLAN MIHEMED  / MINBIC

Ji sala 2016‘an ve artêşa dewleta Tirk a dagirker beşek ji xaka Bakurê Sûriyê dagir kiriye, piştî Cerablus, Bab, Ezazê, Efrîn jî dagir kir û bi hezaran kes ji warê xwe koçber bûn. Dewleta Tirk bi serkêşiya Erdogan niha gefên dagirkeriyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe.

Parêzer Hesen El-Ehmed, gef û êrîşên dewleta Tirk a dagirker nirxandin. Ehmed teqez kir ku li gorî madeya duyemîn a peymana Neteweyên Yekbûyî (NY) nabe tu dewlet sînorên dewleteke din binpê bike û wiha got: "Sûriye beşek ji Neteweyên Yekbûyî ye. Tirkiye jî bi dagirkirina beşeke ji xaka Sûriyê peymana Neteweyên Yekbûyî binpê dike."

Parêzer Hesen El- Ehmed teqez kir ku nabe nakokî bi gef û hêza leşkerî çareser bibin û di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Bê guman çavbirçîbûn û mebestên dewleta Tirk li herêmê hene û dixwaze pêk bîne."

(dh/bm)

ANHA