Heyva Sor a Kurd bi derfetên kêm alîkariya koçberan dike

Bi sermaya zivistanê re li ser şêniyên Efrînê li Şehbayê nexweşî zêde belav dibin û Heyva Sor a Kurd bi derfetên kêm hewl dide tedawiyê bike û şêniyan bang li rêxistinên mirovî kir ku alîkariyê wan bikin.

Heyva Sor a Kurd bi derfetên kêm alîkariya koçberan dike
Heyva Sor a Kurd bi derfetên kêm alîkariya koçberan dike
Heyva Sor a Kurd bi derfetên kêm alîkariya koçberan dike
Heyva Sor a Kurd bi derfetên kêm alîkariya koçberan dike
Heyva Sor a Kurd bi derfetên kêm alîkariya koçberan dike
Heyva Sor a Kurd bi derfetên kêm alîkariya koçberan dike
Heyva Sor a Kurd bi derfetên kêm alîkariya koçberan dike
Heyva Sor a Kurd bi derfetên kêm alîkariya koçberan dike
13 ÇILE, 2019   09:05

ARIF SILÊMAN – CEFER CEFO /  ŞEHBA

Ji ber êrîşên Tirkiyê û çeteyên wê yên li ser Efrînê di 18’ê Adara 2018’an de şênî ji bajar derketin û niha di nav kavilên DAIŞ`ê li pey xwe hiştin û kampan de bi cih bûne.

Ji ber ku rêxistinên alîkariyê û tenduristiyê alîkariyê nadin, şertên demsalî yên dijwar û ji ber ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk kêm derfetan dide, şênî bi gelek nexweşiyan ketine.

Di demên dawîn de di nav şêniyên Efrînê yên li Şehbayê de, nexweşiya laşmanya (heba salê) zêde bûye,  zêdetirî 250 kes pê ketine û 100 jê hatine tedawîkirin. Nexweşiyên girêdayî dil wekî tansiyonê, tengbûna nefesê û wêranê û nexweşiyên ji ber sermayê çêdibin, belav bûne.

Rêveberiya Heyva Sor a Kurd Ekrem Ereb destnîşan kir ku ji ber nizmbûna rêjeya germbûnê li herêmê û jiyana zehmet di zivistanê de gelek nexweşî di nav şêniyên Efrînê yên li Şehbayê de belav bûne.

Ereb berdewam kir ku li kantona Şehbayê 6 noqteyên girêdayî Heyva Sor a Kurd hene û rojane her yek zêdetirî 150 kesan tedawî dike. Ereb wiha got: “Ji ber şertên demsalê yên zehemt li Şehbayê verorên nexweşiyan belav bûne û ev nexweşî bi taybet bi zarok û jinan re çêdibin weke germbûna zêde, tengbûna nefesê û gelekên din, her wiha belavbûna  nexweşiya wêranê, laşmaniya û wermîna pişkan, ji ber kêmbûna dermanan û tevlî wê jî em 24 seatan li ser karê xwe ne"

Heyva Sor a Kurd ihsa`iya kesên nexweş çêkir û diyar bû ku zêdetirî 250 kes bi laşmanyayê ketine, li gundê Til Şiîr û 90 hatine dermankirin.

Ereb zelal kir ku Heyva Sor A Kurd alîkariya şêniyên Efrînê dike û tevî nebûna tu rêxistinên alîkariyê, ew tedawiyê dikin.

Şêniyan teqez kir ku Heyva Sor a Kurd karê xwe tevî derfetên kêm bê berdêl bi sergihayî dike û bang li cihên têkildar û rêxistinên mafên mirovan kir ku alîkariyê bidin şêniyên Efrînê.

ANHA