Xebatên deste û buroyên Rêveberiya Xweser

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo danîna mekanîzmaya karên deste û buroyên girêdayî Meclisa Rêveber û nirxandina projeyên pêşerojê, gelek xebatan dimeşîne.

Xebatên deste û buroyên Rêveberiya Xweser
13 ÇILE, 2019   09:26

SEYDO ÎBO - EHMED EL-KIMYAN / GIRÊ SPÎ

Kongreya 3'yemîn a Meclisa Sûriya Demokratîk di 16'ê Tîrmeha 2018'an de li bajarê Tebqayê hat lidarxistin. Li gorî biryara di kongreyê de hat dayîn, di 6'ê Îlona 2018'an de damezirandina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat ragihandin. Ev xebat bi armanca yekitiya rêveberiyên xweser û her heft rêveberiyên sivîl ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate meşandin.

Di kongreyê de Bêrîvan Xalid û Ebid El-Mehbaş wek hevserokên Meclisa Rêveber, Ferîd Atî û Sîham Qeyro jî wek hevserokên Meclisa Giştî hatin hilbijartin.

Erka rêveberiyê ew e ku hevkariyê di navbera her heft rêveberiyên sivîl de çêke û biryarên girîng der barê dozên aborî, perwerde, tenduristî, xizmetguzariyê de bide. Divê taybetmendî û xweseriya her herêmê jî di ber çavan re were derbaskirin.

Hevserokatiya Meclisa Rêveber piştî girtina baweriyê di civîna damezirîner de, ji bo avakirina 10 desteyên aborî, çandinî, darayî, çandî, rêveberiyên herêmî, perwerde, tenduristî, ciwan û werzîş, kar û barên civakî, xebitandinê û yên hundirîn, xebat meşand. Tevî wê jî 8 buroyên girêdayî rêveberiyê, têkiliyên derve, kar û barên parastinê, kar û barên olî , şêwirmendî, ragihandin, petrol û berhemên xwezayî, geşepêdana kar û barên mirovî, plankirin û geşepêdan vekirin. Ev xebat ji derveyî Desteya Jinan, li gorî hevpeymana têgihîştinê ya ku sazûmaniya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar dike û bicihanîna rêgeza hevserokatiyê di rêveberiya her desteyekê de hate meşandin.

Di 21 rojan de deste hatin avakirin. Her wiha di 3'yê Cotmeha 2018'an de piştî erêkirina Meclisa Giştî avakirina desteyan hate ragihandin.

Hevseroka Meclisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid armanc û encama xebatên nirxandin. Bêrîvan diyar kir ku di roja ragihandina avakirina desteyan de, hevserokên deste û buroyên girêdayî Meclisa Rêveber her beşek bi zimanê dayikê li hember Meclisa Giştî sond xwar û wiha pê de çû: “Ji bo hevserokatiya desteyan, piştî rêzecivînan bi heft rêveberiyan, tevî pisporên di warên cuda de, endamên rêveberiyên xweser û heft rêveberiyên sivîl erkdar kirine. Em ne li gorî cihekî yan jî herêmekê hevserokan erkdar dikin.”

Bêrîvan diryar kir ku ji Meclisa Rêveber kariye ku li gorî pêwîstiya rêveberiyê buroyên din ava bike û dê di demeke nêzîk de du buroyên din jî vebin. Lê Bêrîvan der barê erka wan de tu agahî nedan.

Diyarkirina mekanîzmeya karê desteyan û buroyan

Piştî avakirina desteyan, Meclisa Rêveber ji bo diyarkirina mekanîzmeya kar û rêziknameya her desteyekê li gorî xweseriya her herêmekê, rêzecivîn bi desteyên rêveberiyên xweser û heft rêveberiyên sivîl re li dar xist. Di wan civînan de komîteyek ji 7 endaman hate avakirin. Erka wê komîteyê danîna rêziknameyê ye.

Hevseroka Meclisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid destnîşan kir ku di dema niha de rêziknameya 9 desteyan bi dawî kirine û ji bo amadekirina rêziknameyên buroyan û desteyên mayî jî xebat têne meşandin.

Bêrîvan wiha domand: "Piştî rêzikname radestî hevserokatiya  Meclisa Rêveber hatin kirin, tevî desteya têkildar û hevserokatiya Meclisa Rêveber, me komîteyek ji şêwirmend û parêzeran ava kir. Erka wê komîteyê li rêziknameyan vegere û şaşiyan derbas bike. Piştre jî, ji Meclisa Giştî re tên şandin da ku werin nîqaşkirin û werin erêkirin."

Bêrîvan di berdewama gotinên xwe de diyar kir ku wan sembolek ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re ku nûnertiya hemû çand, ziman, bawerî û pêkhateyên herêmê dike, amede kiriye. Ev sembol di 15'ê Çileyê de ji hêla Meclisa Giştî ve hatiye erêkirin.

Projeyeke nenavendî dijberî parçebûnê ye

Bêrîvan di dirêjahiya gotinên xwe de bal kişand ser girîngiya projeya Rêveberiya Xweser û wiha axivî: “Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di encama destkeftiyên ku heft rêveberiyên xweser û rêveberiyên sivîl ji destpêka Şoreşa Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve hatine bidestxistin, hatiye.”

Bêrîvan wiha pê de çû: "Rêveberiya Xweser li ser bingeh û rêgezên diyar hatiye avakirin. Em berovajî ku hindek alî îdia dikin, li dijî parçekirina xaka Sûriyê ne. Em xebatên xizmetguzariyê ji şêniyan re pêşkêş dikin, koordîneyeke xurt bi heft rêveberiyên sivîl ava dikin. Armanca projeya me nevanendî ye û bi rêya civînan bi nûnerên heft rêveberiyan re li gorî xweseriya her herêmekê, biryar têne dayîn."

Em bi hêzên xwe bawer in

Bêrîvan girêdayî gefên serokkomarê dewleta Tirk a dagirker Recep Tayyîp Erdogan ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî wiha axivî: “Gefên Tirkiyê ne cidî ne. Ji destpêka aloziya Sûriyê ve me xeta sêyemîn têgeha neteweya demokratîk pejirandiye. Ji ber wê Tirkiye aciz bû û li dijî herêmê dest bi gefên êrîşan kir. Ya herî dawî jî dagirkirina Efrînê bû. Dewleta Tirk li Efrînê bi hezaran şênî qetil kirin, îşkence lê kirin û şêniyên resen koçber kirin.

Bêrîvan Xalid girêdayî xebatên Rêveberiya Xweser ên ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê wiha got: “Di van demên dawîn de nûnerên Rêveberiya Xweser ji bo bidawîkirina gefên Tirkiyê û çareserkirina aloziya Sûriyê bi aliyên têkildarî aloziya Sûriyê re civiyan. Lê em di wê baweriyê de ne ku çareseriya aloziya Sûriyê di hundirê Sûriyê de bê dîtin û bi rêya danûstandina Sûrî-Sûrî çareser bibe. Em pişta xwe didin hêzên xwe û bi QSD'ê bawer in.”

Plansaziya pêşerojê

Bêrîvan Xalid der barê plansaziya xebatên xwe yên pêşerojê de wiha got: “Em ê xebatên amadekirina rêziknameyên deste û buroyên girêdayî Meclisa Rêveber bidomînin da ku dest bi xebatan bikin. Tevî wê jî gelek projeyên aborî û xizmetguzariyê tên nirxandin.”

(şx)

ANHA