Ji bo pêşxistina sewalkariyê li Reqayê gav û planên çalak

Sewalkarî li Reqayê beriya ku çeteyên DAIŞ'ê bajêr dagir bikin, ji beşên herî geş bû. Bi dagirkirinê û kêmbûna êm û dermanên sewalan re gelek paşde çûbû. Piştî rizgarkirinê Komîteya Sewalkariyê ya girêdayî Buroya Çandiniyê ya Meclisa Sivîl a Reqayê hewl dide bi rêya danîna gelek plansaziyên pêşerojê desteka beşê bike û ji nû ve geş bike.

Ji bo pêşxistina sewalkariyê li Reqayê gav û planên çalak
Ji bo pêşxistina sewalkariyê li Reqayê gav û planên çalak
13 ÇILE, 2019   08:49

EMMAR EL-XELEF / REQA

Sewalkarî li Reqayê duyemîn girîngtirîn jêdera debara jiyanê ye piştî çandiniyê. Ji ber ku piraniya şêniyên Reqayê tevî çandiniyê di xwedîkirina sewalan (çêlek û pez) de dixebitin.

Sewalkarî li Reqayê di ecama gelek sedeman de paşde çûye. Ji ber dorpêça ku çeteyên DAIŞ'ê li şêniyan ferz kiribû, êmên sewalan bi giştî buha bûn. Kêmbûna dermanên beyterî û belavbûna nexweşiyan di nav sewalan de bû sedem ku xwediyên sewalan, piraniya sewalên xwe bifiroşin. Ji aliyekî din ve çeteyên DAIŞ'ê rê li ber qaçaxçîtiya sewalan ji Iraqê re vekir.  Bazirganan pez ji sûkên Reqayê dikirîn û li beramberî bacan ku didan çeteyan dibirin Iraqê. Ji ber wê hejmara sewalan li sûkên Reqayê gelek kêm bûn.

Di dema niha de xwediyên sewalan rastî pirsgirêkên cuda tên. Ji ber kêmbarîna baranê û rawestandina stasyonên avdanê, çandinî li Reqayê paşde çûye û bû sedema kêmbûna êmê sewalan û bihabûna wê.

Girêdayî mijarê endamê Komîteya Sewalkariyê Munzêr Rifat wiha got: "Di gelek pêvajoyan de ku bajarê Reqayê tê re derbas bûye, sewalkarî gelekî paşde çûye. Îro jî Buroya Sewalkariyê êmên sewalan peyda dike û dermanên beyterî li zêdetirî 100 iyadetên beyterî yên ku piştî rizgarkirinê hatine vekirin, belav dike. Îro em hewl didin aşleyên sewalan peyda bikin."

Munzir bang li tevahiya rêxistinên têkildar kir ku desteka pêwîst ji xwediyên sewalan ên Reqayê re pêşkêş bikin.

Gavên Komîteya Sewalkariyê ji bo vejandina sewalkariyê

Rêzehewldanên komîteyê ji bo vejandina sewalkariyê wiha ne:

Li gorî serjimariya sewalkariyê li herêmên girêdayî Meclisa Sivîl a Reqayê nêzî 475 hezar serî pez (mih û bizin) li herêmê hene. Li gorî wê serjimariyê komîte hewl dide noqteyeke beyterî, dermanxaneyeke taybet ji bo dermanên sewalan û taqîgehekê veke û hemû navendên beyterî, yên girêdayî Meclisa Sivîl a Reqayê û gelek navendên girêdayî vî warî aktîf bike.

Her wiha komîteyê ji bo zêdekirina hejmara sewalan û parastina hin cureyan mekanîzmayeke kar daniye û dê Buroya Lêkolînên Zanistî girêdayî berhema sewalkariyê aktîf bike. 

Girêdayî warê masîvaniyê Komîteya Sewalkariyê ji bo avakirina noqteyên çavdêriyê li ser dirêjahiya çemê Feratê da ku rê li ber nêçîra bêserûber bigire, vekirina buroya ruxsetên keştiyan, xebatan dimeşîne. Ji bo birêxistinkirina masîvan û perwerdekirina wan li ser şêwaza rast a nêçîra masiyan, hewl dide komeleyekê ava bike.

(şx)

ANHA