Pompeo gihîşt Behrênê

Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo di çarçoveya gera xwe ya li Rojhilata Navîn de, îro jî çû Behrênê.

Pompeo gihîşt Behrênê
11 ÇILE, 2019   12:38

NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo piştî ku serdana Urdun, Iraq û Misrê kir, îro jî serdana Behrênê kir.

Li gorî AFPê, Pompeo diyar kir ku ji bo parastina piştgiriya enerjiyê ya cîhanî, şerê li dijî “terorîstên îslamî yên radîkal” û sekna li dijî Îranê hevkariya bi dewletên Kendavê re girîng e.

Tê payîn ku Pompeo sibê bi qralê Behrênê Hemed Bin Îsa Al Xelîfe û waliyê Ehdê Selman û Şêx Xalid Bin Ehmed Al Xelîfe re bicive.

Piştî Behrênê Mike Pompeo dê berê xwe bide Îmarata Erebî, paşê jî biçe Qeter, Erebistana Siûdî, Eman û Kiwêtê.

(bx)