Şêniyên Til Hemîsê sersaxî ji malbata şehîd Waid re xwest

Bi sedan şêniyên navçeya Til Hemîs û bajarokê Ceza yên kantona Qamişlo îro sersaxî ji malbata şehîd Waid Seran Hemûd re xwest.

Şêniyên Til Hemîsê sersaxî ji malbata şehîd Waid re xwest
Şêniyên Til Hemîsê sersaxî ji malbata şehîd Waid re xwest
Şêniyên Til Hemîsê sersaxî ji malbata şehîd Waid re xwest
Şêniyên Til Hemîsê sersaxî ji malbata şehîd Waid re xwest
Şêniyên Til Hemîsê sersaxî ji malbata şehîd Waid re xwest
Şêniyên Til Hemîsê sersaxî ji malbata şehîd Waid re xwest
11 ÇILE, 2019   12:35

QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên navçeya Til Hemîs, rûspiyên eşîrên Ereb, endamên saziyên sivîl û hêzên leşkerî li navçeyê berê xwe da konê sersaxiyê yê ji şervanê QSD`ê Waid Hemûd ku di 7`ê Çileyê de di pêngava Şerê Tunekirina Terorê de şehîd bûbû û sersaxî ji malbatê re xwest.

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Hemîs konê sersaxiyê bi wêneyên şehîd Waid Hemûd û têkoşerên azadiyê û alên QSD`ê xemilandibû.

Li kon merasîma sersaxiyê hate lidarxistin û bi deqeyeke rêzgirtinê dest pêkir. Bi navê Qebîle Tî şêx Hesen El-Ferhan wiha got: "Eşîrên Ereb, Kurd û Suryan li Bakurê û Rojhilatê Sûriyê ji bo rizgarkirina xakê ji terorê gelek ked da, bi saya hevgirtinê me axa xwe rizgar kir. Bi saya şêniyên gelê Sûriyê me karî herêma xwe ji terorê rizgar bikin."

Ji fermandarê QSD’ê El-Hac Ehmed axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soza berdewamkirina têkoşînê da. Ehmed wiha got: “Xwîna gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê axa welat av da û azadî ji hemû pêkhateyan re peyda kir.”

Şêniyên navçeya Til Hemîsê heta niha berê xwe didin kon û sersaxiyê ji malbatê re dixwazin.

(jo)

ANHA