Cenazeyê jina bêkes ji hêla Kongreya Star ve hate oxirkirin

Îro Kongreya Star cenazeyê welatiya temenmezin ku ji aliyê Heyva Sor a Kurd ve rakirin Helebê, oxir kir.

Cenazeyê jina bêkes ji hêla Kongreya Star ve hate oxirkirin
Cenazeyê jina bêkes ji hêla Kongreya Star ve hate oxirkirin
Cenazeyê jina bêkes ji hêla Kongreya Star ve hate oxirkirin
11 ÇILE, 2019   12:02

HELEB

Jina bi Cenat (62) ku ji şêniyên navçeya Şera ya Efrînê bû, beriya 6 mehan ji ber rewşa xwe ya tenduristiyê ku ji aliyê kesên nenas ve hatibû îşkencekirin, ji aliyê Heyva Sor a Kurd ve rakirin bajarê Helebê û ji ber ku nasên wê tune bûn, Kongreya Star berpirsyariya wê rakir ser milê xwe û ew derman kir. Lê ji ber rewşa wê ya giran û tevî hewldanên kadroyên tenduristiyê, îro sibehê jiyana xwe ji dest da.

Kongreya Star a taxa Şêxmeqsûd û gelek şêniyên taxê îro sibehê Cenat li gundê Bino yê bakurê bajarê Helebê oxir kir.

Endama rêveberiya Kongreya Star Fatime Hesen destnîşan kir ku Cenat ji ber rewşa wê ya giran ji aliyê Heyv Sor a Kurd ve ji bajarê Helebê ew anî û wiha dewam kir: "Ji ber ku kes ji malbata wê tune ye, me berpirsyariya wê rakir ser milê xwe û ew derman kir. Lê îro sibehê jiyana xwe ji dest da û me ew oxir kir.”

ANHA