Cenazeyê şehîd Hemûd li Til Hemîsê hate veşartin

Îro bi sedan şêniyên navçeya Til Hemîsê û hêzên leşkerî cenazeyê şervanê QSD'ê Weid Hemûd li Goristana Şehîdan a navçeya Til Hemîsê veşartin.

Cenazeyê şehîd Hemûd li Til Hemîsê hate veşartin
Cenazeyê şehîd Hemûd li Til Hemîsê hate veşartin
Cenazeyê şehîd Hemûd li Til Hemîsê hate veşartin
Cenazeyê şehîd Hemûd li Til Hemîsê hate veşartin
Cenazeyê şehîd Hemûd li Til Hemîsê hate veşartin
Cenazeyê şehîd Hemûd li Til Hemîsê hate veşartin
10 ÇILE, 2019   15:44

QAMIŞLO

Girseya gel cenazeyê Weid Saran Hemûd (Gabar Sekar) ku 7'ê Çileyê di pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûbû, ji navenda Meclisa Taxa Enteriyê  ya bajarê Qamişlo wergirtin û bi kerwanekî wesayîtan ber bi Goristana Şehîdan a Til Hemîsê ketin rê. Li goristanên hevalên şehîd cenazeyê hevalê xwe rakirin û birin ser dika goristanê.

Merasîm bi deqeya rêzgirtin û tûrana leşkerî ji aliyê şervanên QSD‘ê ve dest pê kir. Piştre ji Piştre fermendarekî QSD'ê Salar Amûdê axivî û got: "Em niha li vî cihê pîroz in, goristana şehîdan ên ku ji bo azadiyê berdêlên buha dane. Îro jî lehengek din tev li wan lehengan dibe. Şehîd Weid soz da gel ku wî ji terorê rizgar bike û hertim di eniyên pêş de cih digirtin heta gihaşt asta şehadetê. Ji vir ji vî cihê pîroz em soza şopandina rêyan wan heta pêkanîna armancên wan dubare dikin."

Di berdewama merasîmê de endamê rêveber ê Desteya Karûbarên Şehîdan a Herêma Cizîrê Îdan El-Efînî bi xêrhatina girseya gel kir û destnîşan kir ku ji salan ve Bakur û Rojhilatê Sûriyê şehîdan dide da ku herêm ji terorê rizgar bibe.

El-Efînî wiha domand: "Şehadet li gel Desteya Karûbarên Şehîdan wateya pak û pîroz digire. Bi vê yekê têgeha netewbûnê û nijdaperestiyê derbas dike. Li vê goristanê xwîna gelê Ereb, Kurd û Suryan tev li hev bûye. Me xaka vî welatî pîroz bi xwîna zarên xwe av da û em amade ne fedekariyên bidin. Em soz didin şehîdan wê xwîna wan vala neçe."

Bi navê malbata şehîd şêxê qebîleya Tey a Ereb Hesen Ferhan axivî û ev tişt anî ziman: "Şehîd kurê vê êlê ye. Em bi şehadeta wî serbilind in ne ku ji êla Tey e, lê belê ji ber ku Sûrî ye. Em hemû Sûrî ne ji ber wê ew şehîdê Sûriyê ye."

Ferhan wiha pê de çû: "Goristana Şehîdan a Til Hemîs cihekî pîroz e û cihê rêzdariyê ye. Ji ber ku bi saya wan şehîdan em li malên xwe ne û karê xwe dimeşînin. Ji wan re silav û rêz."

Piştî bidawîbûna axaftinan hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Hemîsê wesîqeya şehadeta şehîd xwend û radestî malbata şehîd kir.

Di dawiya merasîmê de girseya gel cenazeyê şehîd Weid Hemûd di nav tilîliyên dayikan de û dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re spartin axê.

(şx)

ANHA