Bi sedan şêniyên Girê Spî gefên Trikiyê bi meşekê şermezar kirin

Ji bo bîranîna her sê şoreşgerên Kurd ên li Parîsê bi destê MÎT‘ya Tirkiyê  hatin şehîd xistin û şermezarkirina gef û binpêkirinên Tirkiye li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi sedan şêniyên Girê Spî daketin qadan.

Bi sedan şêniyên Girê Spî gefên Trikiyê bi meşekê şermezar kirin
10 ÇILE, 2019   15:24

GIRÊ SPÎ

Bi sedan şêniyên kantona Girê Spî ku wêneyên her sê jinên têkoşer "Sakîne Canszî, Fîdan Dogan û Leyla Şaylamez) ku beriya 6 sal bi komployekê ji aliyê MÎT Tirkiyê ve li Parîsê hatibûn qetilkirin û şehîdên "Şerê Tinekirina Terorê" hida bûn ji çerxerêya navçeya Silûkê dest bi meşê kirin.

Meşê li kolanên navçeyê giriya û li çerxêriya Ciwanan veguherî mîtîngê.

Hevseroka Meclisa Kantona Girê Spî Hêvîn Îsmaîl bi navê Kongreya Star axivî û banga şopandina rêya her sê têkoşeran kir û got: "Divê em weke jin şopdarên xeta her sê şoreşgeran bin, da ku bi azadî û rûmet bijîn, eger armanca gefên Erdogan vîna me têk bibe, nikare ji ber em ji terorê natirsin"  

Hevserokê Şaredariya Gel a Silûkê Elî El-Neda jî di mîtîngê de axivî û wiha got: " Aramnca gefên Erdogan ewlehî û hevgirtina li herêmê têk bibe, lê Erdogan bi van gefan nikare pêkhateyên herêmê ji hev bixe, ji ber gel ji kevn de bi hev re dijîn û dagirkeriya Osamaniyan nikare ji hev bike"

Mîtîng bi siloganên dilsoziya bi şehîdan re, silavkirina berxwedana her sê şoreşgeran û şermezarkirina dewleta Tirk bi dawî bû.

(dh)

ANHA