‘Em destwerdana Tirkiyê ji xaka Sûriyê re red dikin‘

Civîna rûspî û şêxên êlên Ereb li bajarê Serêkaniyê bi nîqaş û nirxandinan bidawî bû. Kesên beşdar gefên dewleta Tirk li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.

‘Em destwerdana Tirkiyê ji xaka Sûriyê re red dikin‘
‘Em destwerdana Tirkiyê ji xaka Sûriyê re red dikin‘
‘Em destwerdana Tirkiyê ji xaka Sûriyê re red dikin‘
‘Em destwerdana Tirkiyê ji xaka Sûriyê re red dikin‘
‘Em destwerdana Tirkiyê ji xaka Sûriyê re red dikin‘
10 ÇILE, 2019   14:49

HESEKÊ

Li ser xwesteka rûspî û şêxên Ereb ên Serêkaniyê îro li kafêtêriya Mîtan a bajarê Serêkaniyê civînek hate lidarxistin. Bi dehan şêx û rûspiyên êlên Ereb, nûnerên partiyên siyasî û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdarî civînê bûn.

Piştî axaftina Hevserokê Buroya PYD`ê ya kantona Hesekê Ciwan Îso deriyê nîqaş û nirxandinê li pêşiya beşdaran hate vekirin. Beşdaran diyar kir ku gefên dewleta Tirk ne tenê li dijî beşekê ji civakê ye,  lê belê di heman demê de hemû pêkhateyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike hedef. Beşdaran gefên li dijî herêmê şermezar kirin û teqez kirin ku şervanên QSD`ê zarokên wan in û bi hev re dê bersiva hemû êrîşên li dijî herêmê bidin.

Her wiha beşdaran destnîşan kirin ku ew hemû gefên li dijî herêmê red dikin û rê nadin tu kesî ku destûrekî ji wan re ava bike anî valahiyê dagire. Beşdaran anîn ziman ku divê destûr bi destê gelê Sûriêy were avakirin.

Şêx û rûspiyên ku beşdarî civînê bibûn diyar kirin ku QSD`ê li dijî terorîst û komên çete şer kirin û ew tune kirin û gotin:"Hikumeta Tirk idîa dike ku şêxên eşîrên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwazin Tirkiyê derbasî axa Sûriyê bibe. Lê ev yek ne rast e û em qebûl nakin ku dewlta Tirk axa me dagir bike.”

Di dawiyê şêx û rûspiyan teqez kirin ku ew destwerdana dewleta Tirk ji xaka Sûriyê re bi tundî şermezar dikin û biryara wan ku ew ê heta dawiyê bi yekitiya xwe li dijî êrîşên ku dixwazin aramî û ewlehiyaherêmê tevlî hev bikin, bisekinin.

(bx)

ANHA