Welatiyên Dirbêsiyê: Divê partiyên siyasî kongreya neteweyî li dar bixin

Şêniyên navçeya Dirbesiyê got lidarketina kongreya neteweyî ya Kurdistanê çareseriya pirsgirêkên gel e li her çar parçeyên Kurdistanê. Her wiha destnîşan kir ku Kurd bêyî yekrêziya refa kurdî nikarin hêviyên xwe bînin cih.

Welatiyên Dirbêsiyê: Divê partiyên siyasî kongreya neteweyî li dar bixin
10 ÇILE, 2019   08:33

OLVA HEC MENSÛR / HESEKÊ

Şêniyên navçeya Dirbesiyê girêdayî lidarketina kongreya neteweyî ya Kurdistanê ji ajansa me Hawarê re nêrînên xwe parve kirin. Şêniyan bang li partiyên siyasî kir ku ji bo doza Kurd yekitiya refa kurdî ava bikin.

Welatiyê bi navê Xalid Hec Mûsa wiha got: "Di vê demê de lidarxistina kongreya neteweyî ya Kurdistanê gelekî pêwîst e. Ruxmî hewldanên lidarxistina kongreyê, lê ji ber hin astengî û pirsgirêkan bi hindek aliyên siyasî re bi ser nakevin."

Hec Mûsa bang li partiyên siyasî kir ku yekrêziya refa kurdî ava bikin û nakokiyên xwe bidin aliyekî da ku bi yekdengî li hember dagirkeriya Tirk bisekinin.

Ji aliyê xwe ve welatiyê bi navê Mehmûd Mihemed ê ji navçeya Dirbêsiyê destnîşan kir ku lidarketina kongreyê li gel gefên dijminên gelê Kurd ên ku hewl didin wî tune bikin, girîng e. Mihemed wiha domand: "Çareseriya herî guncaw a aloziya Sûriyê li tevahiya Kurdistanê, bi taybet li Rojava avakirina yekitiyê ye. Ji ber ku di yekitiyê de hêz heye û di belavbûnê de lawaztî heye."

Girêdayî heman mijarê welatiyê bi navê Ehmed Sînan diyar kir ku kongreya neteweyî bingeha sereke ya çareseriya aloziya Kurd li Sûriyê ye û sekinandina li hember dagirkeriya Tirk e. Sînan wiha pê de çû: "Dema Kurd yekitiya xwe ava bikin, dikarin li hember terora dewleta Tirk bisekinin û tu hêzek nikare wan têk bibe yan jî gefa êrîşan li wan bixwe. Ji salan ve me êşa koletiyê û pişaftinê kişandiye."

Her wiha welatiya bi navê Xelîl Dawûd diyar kir ku eger kongre li dar bikeve dê gel kêfxweş bibe. Xelîl hêvî kir ku ev gav pêk were ji ber ku dikeve xizmeta berjewendiya gelê Kurd.

Di dawiyê de Xelîl ev tişt anî ziman: "Pêwîst e avakirina yekitiyê bibe armanca hemû welatiyên Kurd da ku em bigihîjin aştî û azadiyê."

(şx)

ANHA