ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10-01-2019

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10-01-2019
10 ÇILE, 2019   05:00

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ ku bi armanca rizgarkirina Hecînê ji aliyê QSD‘ê ve hatiye destpêkirin dê were şopandin.

-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Çalakiyên mertala zindî li Kobanê, Serêkaniyê û Minbicê ku ji bo şermezarkirina gefên Tirkiyê li dijî herêmê li ser sînor tê lidarxistin dê werin şopandin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên navçeya Til Hemîs a kantona Qamişlo cenazeyê şervanekî QSD‘ê ku di "Şerê Tinekirina Terorê" de şehîd bibû, li goristana şehîdan oxir dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Li li kampa Erîşê ya kantona Hesekê akademiya  "Şehîd Ezîz Ereb" jij aliyê Rêveberiya Xweseriya  Demokratîk tê vekirin, saet 11:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Kantona Hesekê bi dirûşmeya "Ji dagirkeriya Tirkiyê re na" hevdîtineke êlan li Xwaringeha Teyfûr li dar dixe, saet 11:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Rûspiyên  Hesekê têkildarî gefên Tirkiyê li ser herêmê civînekê li Kafêtireyay Mîtan a bajarê Serêkaniyê li dar dixe, saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Li dijî gefên Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê meşek li navçeya Silûkê ya Girê Spî tê lidarxistin, saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên navçeya Dirbêsiyê anîn ziman ku lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê rêya çareserkirina pirsgirêkên gelê Kurd li her çar aliyên Kurdistanê ye û diyar kirin ku Kurd bêyî yekrêziya Kurdî çareserî ne mumkine pêk were.

-Şêx êlên Ereb ên herêma Tebqayê gotin, ew li benda mizginiya serkeftina QSD'ê ne ya bidawîkirina çeteyên DAI'Şê ji erdîngariya herêmê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Tirkan bi her hinceteke desthilatdariya xwe, dema ku welat dagir dikirin, li dijî gelan kiryarên hovane kirin û welat parçe kirin. Dîroka dewleta Osmanî tijî rûpelên reş ên komkujî û qirkirina li djî gelên herêmê bû, bi hemû şêweyên qirkirinê xwestin gelên herêmê ji warên wan derxin, her wekî li Iraqê kirin. (BI WÊNE).

POLÎTÎKA

-Endamê Partiya Nûjen û Demokratîk li Sûriyê ya Buroya Minbicê Hezai Îbrahîm got, çeteyên DAIŞ‘ê mafyayên Erdogan in, ku teror li Sûriyê afirandiye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şervan Derwîş: Ji bo rêgirtina li ber êrîşên derve li ser Sûriyê û rizgarkirina deverên ji aliyê Tirkiyê ve hatine dagirkirin em ji danûstandinan re vekirî ne, bi şertê ku îtîraf bi rêveberiya gelê herêmê were kirin. Şervan Derwîş destnîşan kir ku koordîneya wan a bi rêjîma Sûriyê re bi sponseriya Rûsya pêk hat. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANALÎZ

-Piştî çend rojan ji kontrolkirina herêmên berfireh li rojavayê gundewarê Helebê û başûrê gundewarê Idlibê ji aliyê  Heyet Tehrîr El-Şam (El-Nusra berê) ve Heyet Tehrîr El-Şam gef li çekdarên El-Cebhe El-Weteniyê ya Tehrîr xwar. Ev jî niyeta El-Nusra di kontrolkirina tevahiya herêma bêçek de ya ku serokê Rûsya Potîn û Serokê Tirkiyê Erdogan di 17'ê Îlona 2018'an de li ser wê lihev kiribûn, diyar dike. Ev tê wateya ku El-Nusra dê destê xwe deyne ser riyên bazirganiyê di navbera Heleb, Şam, Lazîqiyê û Hemayê de û bi tena serê xwe pê tehekum bike. Di vir de girêdayî pêşeroja lihevkirina Tirkiyê û Rûsiyê û kî desteka tevgera El-Nusra dike û ji bo berjewendiya kê ye?! gelek pirs xwe didin pêş. (BI WÊNE).

JIN 

-Jinên herêma Kerama gefên Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û teqez kirin ku armanca Erdogan a gefan temenê DAIŞ‘ê li herêmê dirêj bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Bi rasthatina salvegera yekemîn a êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê li ser kantona Efrînê, rêxistina Kongreya Star a Efrînê daxuyaniyekî ji bo raya giştî dide. Daxuyanî li kampa Berxwedan a kantona Şehbayê tê xwendin, saet  14:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Yekîtiya Rewşenbîrên Dirbêsiyê ya şevbuhêrkeke helbestan li navenda çand û hunerê li dar dixe, saet 13:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

-Şaredariya Gel a navendî ya bajarê Reqayê bi navber dixebite da ku kolan û taxên herêmê ji nû ve geş bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Li Reqayê beşê çandiniyê di salên dawî de paş ketibû, ev yek bandoreke neyîn li ser jiyana şêniyan kir, ji ber ku bingha aboriya herêmê çandinî ye.

ANHA