Çeteyên El-Nusra bargehên El-Zinkî kir hedef, du sivîl birîndar bûn

Çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam navendên çeteyên Nûredîn El-Zinkî yên ku ji Qubetan El-Cebel revîn gundên herêma Cindirêsê kirin hedef. Di encamê de du sivîl birîndar bûn.

Çeteyên El-Nusra bargehên El-Zinkî kir hedef, du sivîl birîndar bûn
Çeteyên El-Nusra bargehên El-Zinkî kir hedef, du sivîl birîndar bûn
Çeteyên El-Nusra bargehên El-Zinkî kir hedef, du sivîl birîndar bûn
Çeteyên El-Nusra bargehên El-Zinkî kir hedef, du sivîl birîndar bûn
9 ÇILE, 2019   18:55

EFRÎN

Şerê di navbera çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam û Nûredîn Zinkî li gundên Dêrbelût, Dêwaya jorîn û jêrîn, Qîlê û gundê Celemê li binê Çiyayê Lêlûn li Başûrê navçeya Cindirêsê berdewam dike.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyan ji herêma Cindirêsê dane ajansa me ANAH‘yê çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra) navendên çeteyên Nûredîn El-Zinkî li gundê Hecîler ê nêzî bajarê Cindirês bi çekên biran topbaran kirin. Di encamê de sivîlên (Y.H) û (X.M) birîndar bûn. her wiha ziyanên madîn gihiştin mal û milkên sivîlan.

Li gorî çavkaniyan şer dem dem rû derdikeve.

(dh)

ANHA