YPG’ê 8 çeteyên DAIŞ’ê girtin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê bi di malpera xwe ya fermî de daxuyand ku di çarçoveya pengava dawiyê ya Bagera Cizîrê de, li bajarokê Hecînê di di operasyonên 6 û 7’ê Çileyê hatîn li darxistin de 8 çeteyên ji DYA, Rusya, Ukrayna, Elmanya, Qazakîstan, Tacikîstan û Ozbekîstan ketine destê şervanan.

YPG’ê 8 çeteyên DAIŞ’ê girtin
9 ÇILE, 2019   12:54

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Yekîneyên Parasitna Gel (YPG) li ser malpera xwe ya fermî daxuyand ku di çarçoveya pengava dawiyê (Şerê Tunekirina Terorê) ya Bagera Cizîrê de, li bajarokê Hecînê di di operasyonên 6 û 7’ê Çileyê hatîn li darxistin de 8 çeteyên ji DYA, Rusya, Ukrayna, Elmanya, Qazakîstan, Tacikîstan û Ozbekîstan ketine destê şervanan.

YPG’ê diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê yên ku di encama pêşdeçûna hêzên wan de, di qadeke teng de asê mane, ji bo xwe xelaskirina ji herêmê serî lê rêyên cûda didin û wiha got: “ Li gel ku li gelek cîhan çeteyên DAIŞê derbên giran ji destê hêzên me dixwin jî, bi êrîşên berfireh hewl didin pêşî li pêşketin û serkeftina hêzên me bigirin. Gelek plansaziyên êrîşan yên ku him sîvîlan hedef digirin him jî sekinandina pêşketina hêzên me armanc dikin, bi operasyonên taybet yên hêzên me ve hatin vala derxistin.”

YPG’ê di derbarê çeteyên ku hatine girtin de wiha agahî da: “Komek çeteyên biyanî yên ku li hember sîvîlan di nav plankirina êrîşan de bûn, ji alî yekîneyên me yên pêwendîdar ve, di encama şopandina teknîkî û fîzîkî hatin girtin. Di operasyonên ku di dîrokên 6 û 7ê Çile de hat lidarxistin de 8 çeteyên ji DYE, Rusya, Ukrayna, Elmanya, Qazakîstan, Tacikîstan û Ozbekîstan bi saxî hatin girtin.”

Nasnameyên çeteyan wiha ne;

 -  Adil Rahîmov, (Ebû Emîne Ozbekî), 58, Ozbekîstan

-  Ferhad Qadîrov (Ebû Bîlal Ozbekî), 28, Ozbekîstan

-  Mihemed Dewlet (Ebu Mûshab Tacikî), 22, Tacikîstan

-  Askar Zarmanbetov (Ebû Dawûd Nûxa), 27, Ûkrayna

-  Sattîbek Oshibaev (Ebû Rûqaya), 30, Qazakîstan

-  Bimurzaev Begjan (Ebû Sara), 30, Rûsya

-  Soulay Noah Su (Ebu Silêman el-Emrîkî), 16, DYE

-  Lucas Glaß (Ebû Îbrahîm el-Almanî), 31, Elmanya