Pompeo gihîşt Iraqê

Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo serê vê sibehê gihîşt paytexta Iraqê Bexdayê.

Pompeo gihîşt Iraqê
9 ÇILE, 2019   10:16

NAVENDA NÛÇEYAN

Televîzyona Iraqê ragihand ku wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo îro di saetên sibê de gihîşt Bexdayê û bi serokê parlamentoya Iraqê Mihemed El-Helbûsî re civiya.

Her wiha Buroya Serokê Parlamentoya Iraqê bi daxuyaniyeke fermî destnîşan kir ku Mike Pompeo di gelek dozan de bi El-Helbûsî re nîqaş kirin. Li gorî daxuyaniya buroya El-Helbûsî, Komîteya Têkiliyên Derve ya Parlamentoya Iraqê jî tev li civîna serokê parlementoya Iraqê û Pompeo bû. 

Pompeo di serdana xwe de hewl dide mesajekê bide hevkarên DYA’yê li Rojhilata Navîn ku Washington dê heta dawiyê şerê çeteyên DAIŞ`ê bike û li pêşiya hewldanên Îranê ku tevliheviyê li herêmê derxin, bisekine.

(bx)