Li Minbicê perwerdeya hunera xêza erebî

Komîteya Çand û Hunerê ya Minbicê bi armanca vejandin û geşkirina hunera xêza erebî dewreyên perwerdeyê di vî warê de bi rêxistin kirin.

Li Minbicê perwerdeya hunera xêza erebî
Li Minbicê perwerdeya hunera xêza erebî
Li Minbicê perwerdeya hunera xêza erebî
Li Minbicê perwerdeya hunera xêza erebî
Li Minbicê perwerdeya hunera xêza erebî
Li Minbicê perwerdeya hunera xêza erebî
9 ÇILE, 2019   07:43

SELWA EBDULREHMAN / MINBIC

Bajarê Minbicê yek ji bajarên xwedî wêjevan, helbestvan û rewşenbîran e.  Her wiha wek navenda çand û kevneşopiyên erebî tê naskirin. Ji ber ku bi bajarê wêjevanî tê naskirin, şêniyên herêmê hunera xêza erebî parast.

Bi armanca pêşxistin û geşkirina hunera xêza erebî, Komîteya Çand û Hunerê ya Minbicê dewreyeke perwerdeyê li ser xêza erebî vekir. Dewreya perwerdeyê li dibistana pîşesaziyê ya rojavayê bajêr hatiye vekirin.

Hejmareke hezkiriyên hunera xêza erebî yên bajarê Minbicê ku dixwazin vê hunerê li gel xwe bi pêş bixin, tev li perwerdeyê bûn. Perwerde ji aliyê kesên pispor di warê şêwazên nivîsandinê de tê dayîn.

Kesên ku tev li perwerdeyê bûne, li ser şêwazên xêza erebî ‘Ruqaa, Nesix, Kûfî, Dîwanî, Farisî û Sulus’ perwerde dibin.

Wek Ajansa Nûçeyan a Hawarê me serdana navenda perwerdeyê kir û li gel berpirsên perwerdeyê hevdîtin kirin.

Hînkerê dewreyê Sahil Cinêd bername û armancên vê dewreyê diyar kirin û wiha got: "Xêza erebî bi xwe hunerek e û çand û kevneşopiya bav û kalên me ye. Ji ber vê yekê em ê vejînin û bi pêş bixin, ji ber ku ev huner divê her tim were geşkirin.”

Salih destnîşan ku ku perwerde dê 3 mehan berdewam bike, tê de hemû şêwazên xêza erebî werin hînkirin.

Mihemed Osman Mihemed jî wiha axivî: "Hunera xêza erebî Quran pê hatiye nivîsîn û hinekî hatiye xemilandin. Ez tev li perwerdeyê bûme, him ji bo fêr bibim û him jî ji bo vê hunerê biparêzim."

(dh)

ANHA