Şêxê êla El-Fadil: QSD hêza me ye

Şêxê êla El-Fadil diyar kir ku QSD hêza wan e, ji ber ku QSD’ê ew rizgar kirine û wiha got: “Êlên navçeya Şedadê û Dêrazorê li dijî DAIŞ’ê piştgiriya QSD’ê kir. Ji ber ku QSD rizgarkirina gelên herêmê armanc dike.”

Şêxê êla El-Fadil: QSD hêza me ye
9 ÇILE, 2019   07:36

TELAL HISÊN / HESEKÊ

Roj bi roj piştgiriya şêniyan bi QSD'ê re zêde dibe. Bi taybet jî gelê herêmên ku nû ji çeteyên DAIŞ’ê hatine rizgarkirin, piştgiriyê didin QSD’ê û tev li nava refên QSD’ê dibin.

Girêdayî mijarê şêxê êla El-Fadil Menaf El-Hac Reca wiha got: “Em wek êlên Şedadê di pêngava rizgarkirina herêmên Dêrazorê û xilaskirina şêniyan ji destê DAIŞ’ê de li cem QSD’ê cih digirin.”

Reca diyar kir ku QSD hêza wan e û gotinên xwe wiha domand: “QSD’ê em rizgar kirin û parastin. Em ê piştgiriya wan bikin û kesek nikare pêşî li piştgiriya me ya ji QSD’ê re bigire.”

Reca di berdewama axaftina xwe de da zanîn ku QSD’ê bandor li şêniyên herêmê kiriye û wiha pê de çû: “Piştî ku herêm ji çeteyên DAIŞ’ê hat rizgarkirin, ew di nava ewlehî û aramiyê de dijîn.”

Reca destnîşan kir ku hemû êlên Dêrazorê, bi taybet jî yên Şedadê piştgiriya QSD’ê dikin û wiha got: “Divê ku em şopa şehîdan ku azadiya gelên herêma Bakurê Sûriyê kiriye armanc, bigihînin serî.”

Reca di dawiya gotinên xwe de bal kişand ser gefên serokkomarê dewleta Tirk a dagirker Recep Tayyîp Erdogan û wiha got: “Gefên Erdogan ewlehiya gelên herêmê dikin hedef. Divê gelên herêmê bertek nîşanî dagirkeriyê bidin. Me ji bo welat bi hezaran şehîd dane. Em amede ne ji bo azadiyan herêmên hîn jî  berdêlan bidin.”

(şx)

ANHA