Keça Leyla Guven: Heta ku daxwaza dayika min pêk neyê, çalakiya xwe bi dawî nake

Keça Leyla Guven, Sabîha Temîzkan diyar kir ku tenduristiya dayika wê roj bi roj xirabtir dibe û heta ku daxwaza wê neyê pêkanîn, dev ji çalakiya xwe bernade. Sabîha Temîzkan îşaret pê kir ku banga dayika wê ji her kesî re ew e ku xwedî li daxwaza wê derkevin û ji bo ku tecrîd bi dawî bibe, têkoşînê gur û geş bikin.

Keça Leyla Guven: Heta ku daxwaza dayika min pêk neyê, çalakiya xwe bi dawî nake
9 ÇILE, 2019   07:15

MÛRADA KENDA / NAVENDA NÛÇEYAN

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) a Culemêrgê Leyla Guven, di 8’ê Mijdarê de li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir. Leyla Guven ev 63 roj e çalakiya xwe berdewam dike. 

Keça Leyla Guven, Sebîha Temîzkan rewşa dawîn a dayika xwe ji ajansa me ANHA’yê re vegot.

Sabîha Temîzkan diyar kir ku dayika wê di dadgehkirina xwe ya 7’ê Mijdarê de eşkere kir ku dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiriye û wê demê jî bal kişandiye ser aştiyê û wiha axivî: “Di demekê de ku êdî hemû hêviyên aştiyê têk çêbûn û maseya çareseriyê ji rojevê ketibû, dayika min careke din daxwaza aştiyê gur û geş kir. Got “Ji ber ku me aştî neanî, bila dayikên aştiyê li qusûra min nenêrin.” û têkoşîna xwe ya aştiyê ya salan, gihand qonaxeke din; canê xwe danî holê. Bi daxwaza ku tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe da ku aştiya civakî pêk were, ev 63 roj e di greva birçîbûnê de ye.”

 ‘Tenduristiya wê roj bi roj xirabtir dibe’

Sabîha Temîzkan der barê tenduristiya dayika xwe Leyla Guven de ev agahî dan: “Herî dawî di roja 61’an a greva birçîbûnê de min dayika xwe dît. Tenduristiya wê roj bi roj xirabtir dibe. Her ku diçe kîloya wê li kêmê dide. Êdî bi zorê dimeşe. Bi alîkariya hevalên xwe yên qawîşê karî were hevdîtinê. Gelek şikayetên wê yên wekî daketina tansiyonê, serêş, sergêjbûn, hesasiyeta ji bo deng, ronahî û bêhnê, şikayetên ji ber êşa mîdeyê û xirabûna pergala xewê hene.”

Ji Leyla Guven bang: Em berxwedanê gur û geş bikin

Sabîha îşaret pê kir ku dayika wê hêvîdar e ku çalakiya wê bigihîje encamekê û wiha pê de çû: “Dayika min dibêje her çend dereng be jî dê aqilê selîm bi ser bikeve û daxwaza wê dê were bicihanîn. Her wiha teqez dike ku heke daxwaza wê neyê pêkanîn, dê çalakiya xwe bidomîne. Ji ber vê yekê jî banga wê ji her kesî ew e ku xwedî li daxwaza wê derkevin û ji bo ku tecrîd bi dawî bibe, têkoşînê gur û geş bikin.”

‘Berî ku xisarên mayînde çêbin, divê daxwazên wê pêk werin’

Têkildarî bêdengiya li hember çalakiya Leyla Guven, Sabîha Temîzkan wiha got: “Ez nikarim bibêjim ez li ber vê bêdengiyê şaş bûm. Jixwe Kurdan her tim bi têkoşîna xwe hebûna xwe domand. Dayika min niha ji bo daxwaza wê pêk bê, di greva birçîbûnê de ye û ev çalakî li tevahiya zindanan belav bûye. Kurd careke din, ji bo ku hemû gelên Tiirkiyê di nava aştiyê de bijîn, mirinê didin ber çavên xwe û li ber xwe didin. Armanca wan ew ku tecrîda li ser rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan rabe û ji nû ve pêşî li aştiya civakî vebe. Heke em ji vê hêlê ve lê binêrin, dema ku ev daxwaz neyê pêkanîn, ez jê ditirsim ku bibe sedema encamên nexweş. Hêviya min ew e ku bêyî xisareke mayînde li tu kesî bibe, daxwaz werin pêkanîn. Heke daxwaz neyên pêkanîn, di demeke dirêj de dê zirareke zêde bigihîne hêviyên aştiyê.”

Leyla Guven bi hinceta daxuyaniyên xwe, xebatên xwe yên KCD’ê û ji ber berteka xwe ya li dijî dagirkirina Efrînê ya ji aliyê Tirkiyê ve, ji 31’ê Çileya 2018’an ve girtî ye.

ANHA