Rêveberiya Xweser bi nûnertiyên xwe yên derve re civiya

Meclisa Rêveber bang li nûnertiyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku li ser asta dîplomasî xebatên xwe xurt bikin û têkiliyan bi hikumet, partiyên siyasî û çalakiyên civakî re ava bikin da ku dengê gelên herêmê bighînin raya giştî.

Rêveberiya Xweser bi nûnertiyên xwe yên derve re civiya
Rêveberiya Xweser bi nûnertiyên xwe yên derve re civiya
Rêveberiya Xweser bi nûnertiyên xwe yên derve re civiya
8 ÇILE, 2019   19:25

GIRÊ SPÎ

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê civîna xwe ya yekemîn bi nûnerên xwe yên derve re li dar xist. Di civînê de xebatên nûnertiyan hatin nîqaşkirin û meclisê ji bo xurtkirina asta xebatên dîplomasî yên rêveberiyê li ser asta derveyî Sûriyê tekez kir.

Civîn li avahiya Meclisa Rêveber a navçeya Eyn Îsayê hate li darxistin. Di civînê de Hevserokatiya Meclisa Rêveber Bêrîvan Xalid û Ebd El-Mehbaş, cîgira hevserokatiyê Rojhilat Arêf, hevseroka Buroya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Emel Dada, nûnerên Rêveberiya Xweser a Almanya Ibrahîm Murad, Fransa Xalid Îsa, Rûsya Rêşad Bênav, Başûrê Kurdistanê Xewla Mistefa û Cawîd Kemal amade bûn.

Di destpêka civînê de hevserokatiya Meclisa Rêveber karê rêveberiyê di hundirê Sûriyê de şîrove kir. Piştre beşdaran taybetmendiya kar, têkiliyên nûnertiyên rêveberiyê yên derve bi hikumet, partî, çalakiyên sivîl re, astengiyên li ser asta dîplomasî rastî wan tên û awayên derbaskirina wan astengiyan nîqaş kirin.

Nûnerên rêveberiyê destnîşan kirin ku ew di çarçoveya avakirina têkîliyan de bi dewlet, partiyên siyasî yên derve, şîrovekirina pergala demokratîk û pênasekirina pergala Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê xebatan dimeşînin.

Nûnertiyan tekez kirin ku pergala Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştevaniyek gelêrî berfireh girtiye. Her wiha diyar kirin ku hindek dewletên ku piştevaniya pergalê dikin, ji hêla Tirkiyê ve rastî zextan tên.

Ji aliyekî din ve nûnerên Rêveberiya Xweser diyar kirin ku di dema niha de xebatên xwe pêş dixin û plan dikin buroyên nû li hindek dewletan vebikin.

Di dawiya civînê de hevserokatiya Meclisa Rêveber, xurtkirina xebatan li ser asta dîplomasî û avakirina têkiliyan bi hikumet, partiyên siyasî û çalakiyên sivîl ên derve re tekez kirin.

Ji destpêka ragihandina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve di 6'ê Îlona 2018'an de ev civîna Meclisa Rêveber bi nûnertiyên xwe yên derve re ya yekemîn e.

(şx)

ANHA