Dewriyeyên polîsên leşkerî yên Rûsya li Erîma dimeşin

Polîsên leşkerî yên Rûsya îro dewriyeyên xwe li herêma Erîma di bin kontrola artêşa Sûriyê de ku dikeve xeta di navbera herêmên çeteyên Mertala Firatê û herêmên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê de meşandin.

Dewriyeyên polîsên leşkerî yên Rûsya li Erîma dimeşin
8 ÇILE, 2019   14:59

MINBIC

Polîsên leşkerî yên Rûsyayê dest bi meşandina dewriyeyên xwe ya li ser xeta di navbera gundên Cub Mexzom ta rojavayê El-Erîma û gundê Îylan kirin.

Nûçegihanên me ragihand ku dewriyên Rûsya li derdora bajarê Minbicê geriyan.

Berdevkê fermî yê Meclîsa leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş diyar kir ku, dewriyeyên girêdayî polîsên leşkerî yên Rûsyayê li ser xeta di navbera gundê Cub Mexzom heya rojvayê El-Erîma û gundê Îylan meşiyan.

ANHA