Cenazeyê şehîd Mazin li Til Koçerê hate veşartin

Bi tevlêbûna bi sedan welatiyên Dêrik, Girkê Legê û Çil Axa cenazeyê endamê hêzên Asayîşê Mazin El-Hisên ê ku di "Pêngava Bagera Cizîrê" de şehîd bibû bi merasîmê hate veşartin.

Cenazeyê şehîd Mazin li Til Koçerê hate veşartin
Cenazeyê şehîd Mazin li Til Koçerê hate veşartin
Cenazeyê şehîd Mazin li Til Koçerê hate veşartin
Cenazeyê şehîd Mazin li Til Koçerê hate veşartin
8 ÇILE, 2019   15:22

QAMIŞLO

Şêniyên herêma Dêrik navçeyên Girkê Legê û Til Koçberê ji bo oxirkirina cenazeyê endamê hêzên Asayîşê Mazin El-Hisên li goristana şehîdan a navçeya Til Koçerê kom bûn.

Kerwanê cenaze ji aliyê sedan kesî ve hate pêşwazîkirin. Li goristanê deqeya rêzgirtin û merasîma leşkerî ji aliyê hêzên Asayîşê û Erka Xweparastinê pêk hat.

Di merasîmê de Hevserokê Desteya Hundirîn a herêma Cizîrê Kenan Berekat sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got: "Şoreşa me berdewam e heya aramî li hemû herêman pêk were. Em ê li hemberî hemû planên li dijî gel û tecrûbeya me ya demokratîk têne kirin bisekinin, ji ber em xwediyê vê herêmê me, herêmên ku bi xwîna şehîdên me herêm hatin rizgarkirin, em tu carî bernadin."

Bi navê malbata şehîd Mazin kurê apê wî Rêzan El-Hisên jî axivî û got: "Şehîdan banga welat pêk anîn û di oxiran rizgarkirina welat ji çeteyên DAIŞ‘ê de şehîd bûn.  Mazin ne tenê şehîdê malbatê yê, lê belê di heman demê de şehîdê hemû pêkhateyan, Suryan Ereb û Kurd e û hwd ji ber ku ji bo hemûyan canê xwe feda kir. Em bi şehadeta wî serbilind in û soza şopandina rêya wî didin."

Piştre nasnameya şehîda hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

Di dawiya merasîmê de girseya welatiyan cenazeyê şehîd Mazin di nava dirûşme û tîlîliyên dayikan spartin axê.

ANHA