Li Hesekê navenda lêkolînên Jineolojiyê hat vekirin

Navenda Lêkolînên Jineolojiyê navendek xwe li bajarê Hesekê vekir, hat diyar kirin ku vekirina navendê ji bo pêşxistina fikrên jinan û avakirina civakek rast û saxlem e.

Li Hesekê navenda lêkolînên Jineolojiyê hat vekirin
Li Hesekê navenda lêkolînên Jineolojiyê hat vekirin
Li Hesekê navenda lêkolînên Jineolojiyê hat vekirin
Li Hesekê navenda lêkolînên Jineolojiyê hat vekirin
Li Hesekê navenda lêkolînên Jineolojiyê hat vekirin
Li Hesekê navenda lêkolînên Jineolojiyê hat vekirin
8 ÇILE, 2019   14:20

HESEKÊ

Navend bi tevlîbûna bi dehan şêniyên Hesekê, li taxa Kaziya Merşo hat vekirin.

Endama Rêveberiya Kongreya Star a Rojava Mûna Yûsif axivî û wiha got:"Vekirina navendê bersiva her kesê ku dixwaze îradeya gelê me bişkîne ye. Jinan di her qadê de xwe ispat kiriye û di şoreşê de cih girtine. Îro jî xeyalên xwe li hemû Cîhanê ferz dikin. Jin bi ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwe rêxistin dikin û bi ramanên wî dikarin civakeke siyasî û exalqî ava bikin.”

Paşê li ser navê gundê JINWAR’ê Rûmet Heval axivî û vekirina navendê li jinan pîroz kir. Rumet got: “Armanca me ji vekirina navenda lêkolînên Jinelojî ew e ku jiyanek wekhev û saxlem bi fikrek rast li ser zanista jinê pêş bixin.”

Piştî axaftinan qurdêla deriyê navendê ji aliyê dayîkên şehîdan ve hat birîn.

Endama rêveberiya navenda Jinelojî ya kantona Hesekê Şêrîn Elî Silêman wiha got:"Armanca me ji vekirina navendê, pêşxistina ramana jinê û zanista wê ye, em ê dewreyan li hemû herêman vekin."

(jo)

ANHA