Şehîd Bahoz li Dirbêsiyê hat oxirkirin

Şêniyên navçeya Dirbêsiyê û gundên wê cenazeyê şervanê YPG’ê Ciwan Ezedîn (Bahoz) li Pakrewangeha Rustem Cudî ya li gundê Berkervê oxir kirin.

Şehîd Bahoz li Dirbêsiyê hat oxirkirin
Şehîd Bahoz li Dirbêsiyê hat oxirkirin
Şehîd Bahoz li Dirbêsiyê hat oxirkirin
Şehîd Bahoz li Dirbêsiyê hat oxirkirin
8 ÇILE, 2019   14:06

HESEKÊ

Ciwan Ezedîn (Bahoz) ku li Hesekê di encama teqîna mayînê de şehîd bibû li Dirbêsiyê hat oxirkirin.  Bi sedan şêniyên Dirbêsiyê, endamên komîteyên sivîl, şervan û Hêzên Ewlehiya Hudirîn di merasîma Ciwan Ezedîn (Bahoz) de yê ku bi sedema teqandina mayîna li bajarê Hesekê teqiye, beşdar bûn.

Kerewan ji pişiya Meclîsa Malbatên Şehîdan a navçeyê ber bi Pakrewangeha Rustem Cûdî ku li gundê Berkevirê ye ve bi rê ket.

Li goristanê merasîm bi toraneke leşkeri ji aliyê şervanên YPG/YPJ’ê ve pêk hat. Fermandarê YPG’ê Cesûr Amûde sersaxî ji malbata şehîd re xwest û wiha axivî: “Ev destkeftî bi keda van şehîdan hatin qezençkirin. Niha Tirkiye gefên êrîşan li ser herêmê dixwe. Lê vîn û berxwedana gel têrê dike ku li hemberî êrîşan bibin mertal. Em soz didin ku li ser şopa şehîdan bimeşin.”

Piştre wesîqeta şehîd ji aliyê mamosteya zimanê Kurdî Nesrîn Hemo ve hat xwendin û radestî malbatê wî hate kirin.

Şehîd Bahoz di nava tîlîliyên dayîkan de hat oxirkirin.

(ekîp)

ANHA