YPG`ê nasnameya şehîdekî xwe yê Helebê eşkere kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG`ê bi daxuyaniyekê nasnameya şervanekî xwe ku li Helebê şehîd bû, eşkere kir.

YPG`ê nasnameya şehîdekî xwe yê Helebê eşkere kir
8 ÇILE, 2019   12:34

NAVENA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG`ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya şervanekî xwe ku di dema li Helebê li ser karê xwe bû û di encama kirîza dil de şehîd bû, eşker kir.

Daxuyaniya YPG`ê wiha ye:

“Rêhevalê me bi nasnav Ebû Ebdo dema ku li ser erka xwe bû, li Helebê di encama qrîza dil de di 8’ê Çileyê de gihîşt şehadetê. Nasnameya rêhevalê me yê şehîd wiha ye;

*****

Nasnav: Ebû Ebdo

Nav û Paşnav: Mihemed Nadir

Navê Dayikê: Fatma

Navê Bav: Ebû Nasir

Cihê Ji Dayikbûnê: Heleb

Cih û Dîroka Şehadetê: Heleb / 8’ê Çileya 2019

Em serî de ji malbata şehîdê xwe re û gelê xwe re sersaxiyê dixwazin. Em ê bîranîna şehîdên xwe di têkoşîna xwe ya azadiyê de her tim bi bîr bînin û bidin jiyîn.”