El-Nusra vê carê ber bi gundên başûrê Idlibê ve pêş de diçe

Îro di saetên sibê de şer di navbera komên çeteyan de pêk hat, di demeke kurt de çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra berê) li gundên başûrê Idlibê pêş de diçin û cihên xwe serweriya berfireh dikin.

El-Nusra vê carê ber bi gundên başûrê Idlibê ve pêş de diçe
8 ÇILE, 2019   12:37

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê diyar kir ku îro li bakurê Sûriyê, di saetên dibê de şer di navbera komên çeteyan ên girêdayî Tirkiyê de rû da. Di navbera çeteyên El- Nusra û çeteyên Cebhe El-Wetaniyê şerek giran rû da. Heman demê de şer li derdora Neqîr, Abdîn, Erînebe, Sitûh, Sitûk El-Dêr, Termela, Aşa û Sifûhin ku dikevin başûrê gundên Idlibê, pêk tê.

Navendê teqez kir ku çeteyên Tehrîr El-Şam (El- Nusra) dema ku êrîş kirin û El-Neqîr, Abîdîn, Erînebe, Sitûh, Sitûk El-Dêr, Termela û aliyek ji Sitûhin kontorl kirin. Heman demê de îro sibehê li derdora Mera El-Niman bi çekên sivik û giran şer pêk hat. Herwiha çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam bi çekên giran û sivik herêmên di bin kontrola çeteyên El-Wetaniyê li derdora Sehil El-Xab ku dikeve bakur rojavayê Hemayê, hedef digire. Dîsa li  derdora Kefir Ewêd – El-Enkawiyê şerên giran pêk tên.

Ev hemû bûyer di demeke ku agirbesta li ser herêma “bê çek” a di navbera Rûsya- Tirkiyê de bêdengiya xwe diparêze de pêk tên. Ji şava duşemê, heta niha bêdengiyek heye de, li derdora bajarokê Elatamîne gundên bakurê El-Hemewî Rejîm topan dibarîne.

(jo)