Hevbendî banga KNK-Rojava bi cih anî û wê tevlê xebatên yekitiya neteweyî bibe

Komîteya KNK-Rojava di çarçoveya kar û xebatên nîqaşên bi partiyên siyasî re, heta niha serdana Koalîsyona Kurdî li Sûriyê (Hevbendî) û Pêşverû re kirine.  Endama KNK-Rojava Derya Remedan diyar kir ku Hevbendî wê tevlî yekitiya neteweyî ya Kurd bibe.

Hevbendî banga KNK-Rojava bi cih anî û wê tevlê xebatên yekitiya neteweyî bibe
Hevbendî banga KNK-Rojava bi cih anî û wê tevlê xebatên yekitiya neteweyî bibe
Hevbendî banga KNK-Rojava bi cih anî û wê tevlê xebatên yekitiya neteweyî bibe
8 ÇILE, 2019   12:28

QAMIŞLO

Bi insiyetîfa Desteya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK)-Rojava bi armanca avakirina yekitiya Kurd û pêşî girtina xeteriyên ku hebûna gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê dike hedef, komîteyek ji 5 endamên Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê-Rojava ku bi hemû partiyên Kurd re bikevin nava têkiliyan de hate avakirin.

Komîteya KNK-Rojava di çarçoveya kar û xebatên yekitiyê de yekemîn gava wan daxuyanî dan û gotin partiyên ne ruxsetkirî dikarin buroyên xwe li Bakurê û Rojhilatê Sûriyê vekin.

Di çarçoveya xebatên komîteya KNK-Rojava ku ji Endamê Meclisa Rûspiyên Dêrikê Şêx Sînan Ehmed, Serokê Yekîtiya Nivîskarên Sûriyê Dilawer Zengî, endamên Desteya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanî Ebdulkerîm Umer, Derya Remadan û doktorê şûnwar û mamosteyê Zanîngeha Rojava Silêman Ilyas pêk tê, îro di saet 11:00`an serdana navenda Partiya Demokratîk a Pêşverû a Kurd li Sûriyê ya bajarê Qamişlo kir.

Komîte ji aliyê endamên Partiya Demokratîk a Pêşverû a Kurd li Sûriyê Hesen Cengo, Geylan Oskan û Abbas Mustafa hate pêwazîkirin. Civîn ji ragahandine re girtî pek hat.

Yek ji endamê Komîteya KNK-Rojava û Endama Desteya Rêveber a KNK-Rojava Derya Ramadan derbarê kar û xebatên wan bi parityên siyasî re ji ajansa me re axivî.

Derya Ramadan di despêka axaftina xwe de behsa civîna wan bi Partiya Demokratîk a Pêşverû a Kurd li Sûriyê re kir û got:" Pêşwaziya ji aliyê Partiya Demokratîk a Pêşverû a Kurd li Sûriyê bi erênî bû. Me rewşa siyasî, gefên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên rizgarkirî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, giringiya pêvajoya heyî, dagirkerina Efrînê, rewşa gelê Kurd û yekitiya neteweyî ya Kurdan, nîqaş kir.”

Nîqaşa bi Pêşverû re erênî derbas bû

Derya diyar kir ku Partiya Pêşverû tekildarî yekitiyê de tu bersiva eşkerê nedan, lê nîqaş bi nêrînên erênî derbas bû û wiha dewam kir:“Heta demeke din wê derbarê tevlêbûna nava xebatên yekitiya neteweyî ya Kurd de, Partiya Demokratîk a Pêşverû a Kurd li Sûriyê wê berisvê bide me. Em bawer in bersiva wan jî bi erênî be.”

Endamê Partiya Demokratîk a Pêşverû a Kurd li Sûriyê Geylan Oskan jî têkildarî nîqaşên ku komîteya KNK-Rojava re kirin wiha ji ajansa me re parve kir.

‘Demek nêz de em ê bersiva xwe bidin’

Geylan Oskan diyar kir ku civîn bi erênî derbas bû û tu nakokî çênebûn û wiha dewam kir:“Di çarçoveya yekitiyê de nîqaş hat kirin. Di demek wiha de yekitiya gelê Kurd girîng e. Sûriyê di qonaxake giring re derbas dibe. Wekî partî me jî gelek caran banga yekitiyê dikir. Em ji bo yekitiya gelê Kurd amade ne. Me ji komîteyê re ragihand ku em ê demeke nêz de berisva wan bidin.”

Hevbendî banga KNK-Rojava bicih anîn

Komîteya KNK-Rojava bi Koalîsyona Kurdî li Sûriyê (Hevbendî) re têkilidarî xebatên neteweyî ya Kurd beriya niha bi çend rojan civiya. Têkildarî nîqaşên ku hatine kirin û encamên wê, Derya Remedan got:”Di encamên nîqaşên ku bi Koalîsyona Kurdî li Sûriyê (Hevbendî) re hate kirin, Hevbendî bersiv da û got wê tevlî xebatên yekitiya neteweyî bibin.”

(ekîb/kc)

ANHA