Balafirên şer Heftanînê bombebaran kir

HPG’ê diyar kir ku balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker roja 5’ê Çileyê herêma Keşan a herêma Heftanîn ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bombebaran kir.

Balafirên şer Heftanînê bombebaran kir
8 ÇILE, 2019   12:19

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî bombebarana artêşa Tirk a dagirker daxuyanî da.

HPG’ê diyar kir ku roja 5’ê Çileyê balafirên şer ên artêşa TC’yê di navbera 06:00’an û 07:00’an herêma Keşan ya herêma Heftanîn ya Herêmên Parastinê yên Medya û saet 16:40’an de jî herêma Şehîd Kendal bombebaran kiriye.

HPG’ê diyar kir ku di bombebaranê de tu windahiyên wan çênebûne.