Li Lîbyayê jî desteka Tirkiyê ji bo terorê

Duh hikumeta Lîbiya ragihand ku wan hejmareke nû ji çekên Tirkiyê li keştîgeha Mesiratê ya Lîbyayê girtin.

Li Lîbyayê jî desteka Tirkiyê ji bo terorê
8 ÇILE, 2019   11:33

NAVENDA NÛÇEYAN

Gomrika Geştîgeha Mesiratê ya Lîbyayê duh di daxuyaniyekê de got ku wan qederek ji damençeyên Tirkiyê di hundirê sandiqeke ku alavên malê û lîstikên zarokan xistibûn ji bo ku neyê xuyakirin ku çek tê de hene, li keştîgehê girtine.

Li gorî El-Erebiyê, Gomrikê da zanîn ku dema ku wan ji hev ferz kirin tê de 556 kerton dîtin, her kertonekê de 36 damançe hebûn yanî 20 hezar damançe hebûn, lê tu agahiyên bêhitir derbarê aliyên ev çek şandî û cihên jê sûdê werbigirin, nehat zanîn.

Ev hejmara duyemîn e ku çekên Tirkiyê tên Lîbyayê û aliyên ewlehkariyê beriya ku derbasî bajar bibe, digrin.

Artêşa Lîbyayê, Tirkiyê bi desteka terorê tewanbar kir da ku aloziya li welat kûrtir bike.

(jo)