Şêniyên Efrînê: Em ê ji bo nasnameya xwe li ber xwe bidin

Efrîniyên ku li Şehbayê li gel hemû zehmetiyan têkoşînê dikin diyar kirin, wan 58 rojan li hemberî tank û balafirên dagirkeriya Tirkiyê li ber xwe dan û wiha gotin: “Berdêl çi dibe bila bibe, wê tekoşîna wan a di qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê de bidome, ta li Efrînê vegerin.”

Şêniyên Efrînê: Em ê ji bo nasnameya xwe li ber xwe bidin
Şêniyên Efrînê: Em ê ji bo nasnameya xwe li ber xwe bidin
Şêniyên Efrînê: Em ê ji bo nasnameya xwe li ber xwe bidin
Şêniyên Efrînê: Em ê ji bo nasnameya xwe li ber xwe bidin
Şêniyên Efrînê: Em ê ji bo nasnameya xwe li ber xwe bidin
Şêniyên Efrînê: Em ê ji bo nasnameya xwe li ber xwe bidin
Şêniyên Efrînê: Em ê ji bo nasnameya xwe li ber xwe bidin
8 ÇILE, 2019   11:28

ARIF SILÊMAN- CEFER CEFO- / ŞEHBA

Şêniyên Efrînê yên ku ji ber dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê neçar man ji bajarê xwe derkevin û li Şehbayê bicih bûne, di qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê de li berxwe didin. Her çendî di xaniyên xirabbûyî û kapman de jiyan dikin jî, bi israrin heta vegera Efrînê li ber xwe bidin.

Şêniyên Efrînê li ser berxwedan xwe û vegera Efrînê axivîn.

Şêniyê bi navê Welîd Bekir diyar kir ku ew 58 roj li dijî dagirkeriya Tirkiyê ya bi tang, top û balafirina li ber xwe da û wiha got: “Niha jî tevî hemû astengî û zehmetiyan li Şehbayê di kampan û malên wêrankirî de li ber xwe didin. Hêviya me mezin e ku em vegerin bajarê xwe piştî were rizgarkirin"

Mûna Bîlal: Me li hember dewleta duyemîn a  NATO‘yê ku hemû cûre çekên giran û balafiran êrîşî Efrînê kirin li ber xwe da. Êrîşa li ser Efrînê di encamê komployeke navdewletî pêk hat, lê em ê bi berxwedana xwe komployan vala derxînin.

Erîfe Bîlal: Tirkiye bi 72 balafiran êrîşê me kir, bi hezaran zarok û jin qetilkirin, malên me wêran kirin, lê me li dijî êrîşan  li ber xwe da û berxwedana me li hember dagirkeriyê nesekiniye. Em ê li Şehba ji bo vegera Efrînê li ber xwe didin û Efrîn armanca me ya yekem e.

Ehmed Hiso: Armanca Tirkiyê qirkirina gelê herêmê ye, çand û nasnameya Kurdan were imhakirin. Em weke ciwanên Kurd dê çand û nasnameya xwe biparêzin.

Henîfe Elûş: Me dîtin ku balafirên Tirkiyê çawa bi awayekî hovane êrîşî me dikir, em ji ber êrîşan ji bajarê xwe derketin. Min hevalên xwe winda kirin, ez nizanim ew li ku ne.

(dh)

ANHA