Dagirkeriya li Efrînê: Talan, qetilkirin, revandin û guherîna demokgrafiyê

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di sala 2018’an de bi hezaran şêniyên Efrînê neçarî koçberiyê kir. Artêşa Tirk a dagirker heta niha jî gunertina demografîk li Efrînê didomîne û her wiha şêniyan direvîne, qetildike, talan û diziyê dike.

Dagirkeriya li Efrînê: Talan, qetilkirin, revandin û guherîna demokgrafiyê
Dagirkeriya li Efrînê: Talan, qetilkirin, revandin û guherîna demokgrafiyê
8 ÇILE, 2019   11:57

EFRÎN

Ajansa me ANHA`yê li Efrînê bi dehan rewşên koçberiyê belge kir. Revandin, kuştin, talankirin, dizî û her wekî din binpêkirinên li dijî şêniyên Efrînê didome. Em ê binpêkirinên herî dawî ku dewleta Tirk a dagirker ki Efrînê pêk aniye di vê raporê de eşkere bikin.

Li Efrînê guhertina demografîk didome

Artêşa Tirk a dagirker ji destpêka ku kantona Efrînê di 18`ê Adara 2018`an dagir kir siyasetên koçberiyê, binpêkirin û guhertina demografîk pêk tîne.

Çavkaniyan diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker di mehên dawîn ên sala 2018`an de bi dehan şêniyên Efrînê yên ji gundê Qestel Cendo, Baflon, Şêxurzê, Barafa, Ereb Wêran, Omera, Omer Simo, Seir Yincik, Diraqleya, Ebîdan, Cema û Mersawa yên navçeya Şera û Bilbilê neçarî koçberiyê kirine.

Dagikeran zêdeyî hezar û 500 malbatên ji Xûta, Dûma, gundewarên Helebê, Hemayê û herêmên din ên Sûriyê li navenda navçeya Bilbilê bi cih kirin. Her wiha 360 malbat li gundê Meydan Ekbes ê navçeya Raco û 300 malbat li navçeya Mabata bi cih kirine. Dagirkeran ji malbatên ku ew di malên şêniyên Efrînê de bi cih kirine xwest ku ji malan dernekevin.

Tevî ku kantona Efrînê herêma herî zêde ji Sûriyê ku koçberên ji herêmên cûda ji Sûriyê hembez kir, lê îro jî ji niştecihên xwe yên resen tê valakirin. Heman demê de ji bo şêniyên resen ên Efrînê ji warê wan derxin zextê lê dikin, pere û milkê wan jê distînin.

Malên gel dîsa difroşin wan

Çavkaniyekî herêmê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi rêya meclisên ku li herêmê erkdar kiriye, ew şêniyên ku belgeyên malên wan tunebin, malan ji wan distînin. Wan neçarî koçberiyê dikin. Di beramberî cih û zeviyên wan pereyan jê distînin.

Ji aliyekî din ve jî çete cotkaran neçar dikin ku li ser peymanên ku zeviyên xwe li beramberî pereyên kêm bidin malbatên çeteyan îmze dikin. Dîsa bi heman şêweyî dikan û cihên kar bi zorê bi pereyek kêm ji wan distînin.

Revandin didome û çarenûsa bi hezaran hê ne diyar e

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji destpêka ku Efrîn, dagir kirine, zêdeyî 3 hezar sivîl ji şêniyên Efrîn ku praniya wan jin, zarok û kalepîr revandin. Heta niha jî çarenûsa piraniya wan ne diyar e û malbatên wan bi hemû şêwazan tu agahiyan ji wan nagirin.

Çavkaniyên herêmî ji Efrînê navên çend kesên ku ji aliyê dagirkeran ve ji sala derbasûyê ve hatine revand û heta niha çarenûsa wan ne diyar e, vegotin. Navên wan kesan ev in; Rûken Mistefa ya ji gundê Ciwêq ê girêdayî navenda Efrînê ji beriya çend mehan hatiye revandin û çarenûsa wê heta niha ne diyar e. Şêniya bi navê Mihemd Tewfîq Osman ji gundê Kefer Cenê yê navçeya Şera ye. Şêniyê bi navê Ehmed Seydo Şêxor ji gundê Kîla yê navçeya Raco ye di dawiya sala derbasbûyê de hatiye revandin. Seydo Beyrem ji gundê Kîla ye û bavê 3 zaroka ye.

Bi êşkenceyê hate qetilkirin

Çavkaniyekî teqez kir ku şêniyê bi navê Mihemed Emîn Birîm (26) ji navçeya Cendirêsê ye. Ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve bi êşkenceyê hate qetilkirin.

Her wiha çavkanî got ciwanê bi navê Mihemd ji beriya çend mehan hatiye revandin. Malbata wî bi hemû awayî dixwaze çarenûsa kurê xwe nas bike. Piştî çend mehan çeteyan agahî da malbata wî ku cenazeyê kurê xwe ji navendek wan bigrin. Her wiha çavkaniyê destnîşan kir ku encamên êşkenceya hovane li ser laşê Mihemed diyar bû.

Hêjayî bi bîr xistinê ye ku Serokkomarê dewleta Tirk a dagirker Receb Teyyîb Erdogan bi rêya gefan, hewl dide Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî mîna Efrînê dagir bike.

(bx)

ANHA