Mijarên rojnameyên erebî yên îro

Rojnameyên erebî yên îro behsa mijarên destpêkirina nûnerê navneteweyî yê nû ji bo Sûriyê bi erkên xwe, avakirina hikumeta Iraqê, Filistînê û Sûdanê kirin.

Mijarên rojnameyên erebî yên îro
8 ÇILE, 2019   08:30

NAVENDA NÛÇEYAN

El-Heyat: Wê vekişanda me ji Sûriyê bi baldarî be û em ê şerê li dijî DAIŞ`ê dewam bikin

Têkildarî rewşa Sûriyê rojnameya El-Heyat bal kişand ser vekişanda Amerîka û got:”Serokê Amerîka Donald Trump hewl da metirsiyên vekişanda bi lez a Amerîka ji Sûriyê kêm bike. Trump teqez kir ku ew ê bi awayekî baldarî ji Sûriyê vekişin û anî ziman ku şerê li dijî rêxistina DAIŞ`ê bidawî nebûye.

Di demeke ku Trump ev daxuyanî da, Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Amerîka John Bolton serdan Îsraîlê kir û ji Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu teqez kir ku vekişandina Amerîka beriya têkbirina DAIŞ`ê pêk nayê.

Li Tirkiyê jî Bolton bi rayedarên Tirk re mijara vekişanda Amerîka ji Sûriyê û çarenûsa Kurdên Sûriyê nîqaş dike.

Şeriq El-Ewset: Di demeke vekişanda Amerîka û başkirina têkiliyên Erebî, Bederson dest bi erkeke dijwar dike

Rojnameya Şeriq El-Ewset bal kişand ser destpêkirina nûnerê Navneteweyî yê nû ji bo Sûriyê bi erkên xwe û got:"Sefîrê berê yê Norwegian Bederson gihîşt Cenevê da ku wekî nûnerê navneteweyî ji bo Sûriyê piştî De Mistura, dest bi karê xwe bike. Demeke ku Serokê Amerîka Trump biryara vekişanda ji Sûriyê da û başkirina têkiliyên dewletên Ereb bi Şamê re û rakirina qedexekirina endametiya Sûriyê nava Camiye El-Erebiye, ev yek pêk hat.”

El-Heyat: Perlementoya Iraqê  îro hewl dide avakirina wezaretan temam bike

Têkildarî rewşa Iraqê, rojnameya El-Heyat got:"Perlementoya Iraqê îro lihev dicive da ku avakirina wezaretan wekî Hundirin, Parastin û Edel temam bike.”

Şeriq El-Ewset: Ebas ji bo Hemas neçar bike Xeza radest bike, biryarên dijwar da

Têkildarî rewşa Filistînê, rojnameya Şeriq El-Ewset got:”Serokê Filistînê Mehmûd Ebas, rêzebiryarên zor li dijî Tevgera Hemas li Xezayê ragihand, da ku bi tevgerê re bikeve nava diyalogê yan jî neçar bike ku Xezayê radest bike.”

El-Ereb: Desthildariya Sûdanê ji bo reşkirina serhildanan bal kişandin ser wêrankirinê

Rojnameya El-Ereb têkildarî rewşa Sûdanê got:”Muxaleftê, desthildariya Sûdanê bi reşkirina serhildanên gel bi rêya mezinkirina wêrankirinê, tewanbar kir.”

Şeriq El-Ewset: Danûstandina sêyemîn a komîteya belavbûna hêzan li El-Hudeyde destpê kir

Têkildarî rewşa Yemenê jî, rojnameya Şeriq El-Ewset got:"Di demeke ku nûnerê navneteweyî yê Yemenê Martin Griffiths piştî gihîşt Riyad amadekariyên danûstanên nû ji bo Yemenê dike, tê payîn komîteya belavbûna hêzan li El-Hudeyde bi serokatiya General Patrick Kommart îro danûstandina sêyemîn dest pê bike.”

(kc)