Rewşenbîrên Kobanê: Armanca Tirkiyê fitne ye

Rewşenbîrên kantona Kobanê destnîşan kirin ku armanca gefên dewleta Tirk a dagirker têkbirina ewlehiya herêmê û di nava gelên Ereb, Kurd û Suryan de fitne derxistine.

Rewşenbîrên Kobanê: Armanca Tirkiyê fitne ye
8 ÇILE, 2019   08:17

HÊZA HESEN / KOBANÊ

Hêrsa pêkhateyên civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji gefên dewleta Tirkiyê li ser herêmê her ku diçe zêde dibe.

Rewşenbîrên bajarê Kobanê teqez kirin ku armanca gefên Tirkiyê dirêjkirina alozî û derxistina şerên nû li herêmê ye.

Endamê Yekîtiya Rewşenbîrên Kobanê Mazlûm Cemo bal kişand ser rewşa Idlibê got: “Piştî hevpeymana li ser Idlibê ya di navbera Rûsiya û Tirkiyê de têk çû, niha plan têne kirin ku çeteyan derbasî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin da ku ewlehî û aramiyê xirab bikin."

Mazlûm Cemo diyar kir ku armanca gefên Tirkiyê ew e ku şerên nû li herêmê derbikevin, alozî dirêjtir bibe, tris û fitne di navbera pêkhateyên Ereb, Kurd û Suryanan de derbikeve.

Cemo di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser giringiya Kongreya Netewî ya Kurd û wiha got: “Divê parityên Kurd ên siyasî li hemberî gefên ku destkeftiyên Kurdan dikin hedef, Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê li dar bixin.”

Endamê Yekîtiya Rewşendîrên Kobanê Hemê Misê jî destnîşan kir ku gelê Kurd ji bo jiyanek hevbeş destê xwe dirêjî hemûyan aliyan dike û wiha axivî: “Lê hin dewlet di serî de Tirkiye, li dijî vê projeyê disekine. Hemû dewlet, Kurdan li gor berjewendiyên xwe dipejirîn e, lê Kurdî vê yekê qet qebûl nakin.”

Misê banga li gelê Kurd kir ku yekêtiya xwe çêbikin, da ku li hemberî gefên li ser gelên herêmê bisekinin.

(dh)

ANHA

.