Şervanên QSD`ê li El-Şefaa gelek çek û cebilxane dîtin

Şervanên QSD`ê li El-Şefaa di çarçoveya operasyonên lêgerînê li herêmên rizgarkirî de gelek çek û cebilxane dîtin.

Şervanên QSD`ê li El-Şefaa gelek çek û cebilxane dîtin
8 ÇILE, 2019   08:14

DÊRAZOR

Şervanên QSD`ê di çarçoveya qonaxa dawî ya Hemleya Bagera Cizîrê ya bi navê Şerê Tinekirina Terorê de, operasyonên lêgerînê li herêmên ku ji çeteyên DAIŞ`ê ve hatine rizgarkirin, dewam dikin. 

Di encama operasyona  lêgerînê yên şervanên QSD`ê li bajarokê El-Şefaa de, gelek çek û cebilxane ku çeteyên DAIŞ`ê veşartibûn beriya ku ji herêmê birevin, dîtin.

(bx)

ANHA