Çalakiya Serêkaniyê ya li dijî gefên Tirkiyê di roja 20‘an de berdewam e

Çalakiya li Serêkaniyê ya li dijî gefên Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di roja 20‘an de didome.

Çalakiya Serêkaniyê ya li dijî gefên Tirkiyê di roja 20‘an de berdewam e
Çalakiya Serêkaniyê ya li dijî gefên Tirkiyê di roja 20‘an de berdewam e
Çalakiya Serêkaniyê ya li dijî gefên Tirkiyê di roja 20‘an de berdewam e
Çalakiya Serêkaniyê ya li dijî gefên Tirkiyê di roja 20‘an de berdewam e
Çalakiya Serêkaniyê ya li dijî gefên Tirkiyê di roja 20‘an de berdewam e
Çalakiya Serêkaniyê ya li dijî gefên Tirkiyê di roja 20‘an de berdewam e
Çalakiya Serêkaniyê ya li dijî gefên Tirkiyê di roja 20‘an de berdewam e
7 ÇILE, 2019   18:27

HESEKÊ

Çalakiya li ser sînorê di navbera Serêkaniyê ya Rojava û Bakurê Kurdistanê de tê lidarxistin de di roja 20‘an de didome. Bi sedan şêniyên navçeyên Til Birak, Til Hemîs û endamên Hêzên Asayîşê îro tev li çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de Berdevka Asayîşa Jin a herêma Cizîrê Hesîna Hisên Ehmed, Hevserokê Navçeya Til Birak Mutleg, bi navê eşîreya Tefîhîn a navçeya Til Hemîsê Ehmed El-Heyba, Hevseroka Şaredariya Gel a navçeya Til Birakê Fatima Iweyd û Hevserokê Navenda Perwerdeyê ya navçeya Til Birakê Yasîn Elî axivîn.

Di axaftinan de gefên Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin şermezarkirin û bal hate kişandin ku Tirkiyê ji destpêka aloziya bi hemû derfetên lojîstîk, leşkerî û aborî destek da terorê û ew derbasî herêmên bi ewle kirin da ku komkujiyan li ser gelê herêmê pêk bînin.

Di axaftinan hate gotin ku pêwîste gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji komployên dijber hişyar bikin, ji ber ku dijmin hewl dide şoreşê û biratiya gelan têk bibe.

Kesên axivîne soza şopandina rêya şehîdan nû kirin û hate gotin, "Gelê herêmê ji bo ku nehêlin xaka herêmê dagir bike amade ne zarên xwe feda bikin."

ANHA