Nakokiya di navbera du eşîreyan de piştî du salan hate çareserkirin

Komîteya Lihevanînê û Buroya Têkliyên Giştî ya girêdayî Meclisa herêma El-Keramê ya rojhilatê gundewarê Reqayê nakokiya di navbera êlên Herb û El-Birêc de ku du salan dewam kiribû çareser kir.

Nakokiya di navbera du eşîreyan de piştî du salan hate çareserkirin
7 ÇILE, 2019   17:32

REQA

Ji beriya du salan ve di navbera eşîreya Herb û El-Birêc de nakokî derket. Nakokî piştî ku kesekî ji eşîreya El-Birêc ji aliyê kesek ji eşîreya Herb ve bi şaştî hatibû kuştin derket.

Buroya Têkîliyên Giştî ya Meclisa herêma El-Keramê êlên Herb û El-Berîc rûniştina lihevanînê lidar xist.

Şênî û nûnerên Komîteya Lihevanînê, Buroya Têkîliyan a Giştî, rûspî û şêxên her du êlan li gundê El-Xesniyê ji bo lihevanînê li malê kesê ku hatiye kuştin kom bûn.

Di rûniştinê de serokeşîra Herb, Hilû Hesen El-Xelîl axivî û girîngiya derbaskirina nakokiyan û xurtkirina rêgeza xweşbîniyê(misameheyê) di civakê de tekez kir. Şêx Hilû destnîşan kir ku herêm di pêvajoyek dijwar re derbas dibe, lew re li hember komployên li dijî gelên herêmê hevgirtin pêwîst e.

Şêx Hilû wiha domand: "Li herêmên me jiyana hevpar û biratiya gelan di navbera pêkhateyên herêmê û neteweyên civakê de xurt bûye. Ji ber wê divê em ji hev du rêzdar bin û nehêlbin kesek di van şert û mercên dijwar de me ji bo xwe bi kar bîne."

Paşê her du aliyên nakok li gorî urf û adetên civakî yên herêmê destên xwe kirin destên hev du û bi boneya lihevanînê êla El-Birêc xwarinek amade kir.

(şx)

ANHA