Sersaxî ji malbata têkoşer Mihemed El-Elî re hate xwestin

Ji bo şervanê YPG‘ê  Mihemed El-Elî (Elî) yê ku 29‘ê Kanûna 2018‘an di "Şerê Tinekirina Terorê" de şehîd bibû sersaxî hate xwestin.

Sersaxî ji malbata têkoşer Mihemed El-Elî re hate xwestin
Sersaxî ji malbata têkoşer Mihemed El-Elî re hate xwestin
Sersaxî ji malbata têkoşer Mihemed El-Elî re hate xwestin
Sersaxî ji malbata têkoşer Mihemed El-Elî re hate xwestin
7 ÇILE, 2019   16:07

QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên navçeyên Til Koçer, Çil Axa û Girkê Legê herikîn bi konê sersaxiyê yê şehîd Mihemed El-Elî ku li gundê Taş ê Til Koçerê hatibû venda.

Konê sersaxiyê bi wêneyên şehîd Mihemed El-Elî û têkoşerên gundê Taşê hatibû xemilandin.

Di bin kon de şehîdên têkoşîna azadiyê hatin bibîranîn. Paşê bi navê hêzên leşkerî ji fermandarê YPG’e Herekol Girzîro axivî û wiha got:" rizgarkirina welat erkê me ye, bi saya ked şehdan em di nava aramî û aştiyê de dijîn. Wekî hêzên leşkerî em ê heya dawiyê xaka xwe biparêzin."

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Qehreman Mehemed axivî û banga xwedîderketina li nirxîn şehîdan û parastina destkeftiyên ku bi xwîna wan hatin qezenkirin  kir.

Merasîm bi dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

ANHA