Îlham Ehmed: Şehîdxistina El-Fiteyîh encamên lewazbûna dijmin diyar dike

Îlham Ehmed got, Merwan El-Fiteyîh xaleke guherîn, pêşketin û îsarê ye, qetilkirina wî encamên lewazbûna dijmin li hemberî hêza pêkhateyên destnîşan dike.

Îlham Ehmed: Şehîdxistina El-Fiteyîh encamên lewazbûna dijmin diyar dike
7 ÇILE, 2019   15:50

DÊRAZOR

Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk Îlham Ehmed di civînekê de ku li navenda Meclisa Sivîl a bajarokê El-Kesra  ya rojhilatê Dêrazorê hate lidarxistin axivî.

Di civînê de hevserokên Meclisa Sivîl û komîteyên wê her wiha endamên Meclisa Zagonsaz amade bûn.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Paşê endamê Meclisa Zagonsaz a Dêrazorê Xelef El-Esed geşedanên dawî li ser asta herêmî û navdewletî nirxand û got, di demekê de ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nava aramiyê de ne komên terorîst ewlehiya herêmê dikin hedef.

El-Esed bal kişand ser şehadeta Hevserokê Meclisa Zagonsaz a Rêveberiya Sivîl a Dêrazorê Merwan El-Fiteyîh ji aliyê komên çekdar ve û rola El-Fiteyîh di pêşxistina rêveberiyê de û got: "Li hemberî komployên ku ewlehiya me dike hedef pêwîste em hevgirtina xwe xurt bikin."

Seroka Meclisa Rêveber a MSD‘ê Îlham Ehmed jî di civînê de axivî û li ser kesayeta şehîd Merwan El-Fiteyîh wiha anî ziman: "Merwan xaleke guhertin, pêşketin û îsrara têkoşînê ye, şehîd Merwan soza me ye, em moralê xwe ji wî û şehîdan digire. Şehîd Merwan bû sembola fedekariya ji bo jiyana azad a gelan e, ji ber wê bû şehîdê gelê herêmê ye."

Îlham Ehemd her wiha got" Komployên ku rêveber û fermandarên me dike hedef encamên lewazbûna dijmin li hemberî hêza pêkhateyan diyar dike."

Seroka Meclisa Rêveber a MSD‘ê Îlham Ehemd li ser îdîa û propogendayên dagiriya Tirkiyê ku dibêje dê êrîşî herêm bike got, ev îdia ji rastiyê dûr in, divê jê nayê bawerkirin.

Îlham Ehmed di dawiya axaftina wiha got: "Şerê me yê li hemberî terorê bi hêz berdewam e, lewre dîsa em dûbare dikin ku hevgirtina me di vê pêvajoyê d de pêwîstiyek e."

ANHA