Leyla Guven 4 rojin nikare  bi parêzerên xwe re hevdîtin bike

Leyla Guven, ji ber rewşa tenduristiya wê giran bûye, nikare bi parêzerên xwe re hevdîtin bike.

Leyla Guven 4 rojin nikare  bi parêzerên xwe re hevdîtin bike
7 ÇILE, 2019   09:40

NAVENDA NÛÇEYAN

Çalakiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdulllah Ocalan di greva birçibûnê ya bê dawî û bêdorveger de ye di roja 61'emîn de berdewam dike.

Leyla Guven ku pirsgirêkên wê yên tenduristiyê zêde bûne, 4 rojin nikare bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Ji ber tansiyona wê dikeve, mehdê wê dixele, bêhal bûye, serêşî pê re çêbûye, ronahî û deng gelekî bandorê lê dike, di 10 rojên dawî de tenê 3 caran karîbû parêzerên xwe bibîne.

Duh ji bo Leyla Guven di roja 60'emîn de di tora medya civakî de bikarînerên medya civakî, dest bi kampanya #LeylaGuvenÎçin / #JiboLeylaGuven kirin û piştgiriyê dan çalakiya Leyla Guven.